Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê Hîzbûllahê kuştiye

Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuyanî da û ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser herêma Mezraat Cemcim a li başûrê Lubnanê de, fermandarekî Hîzbûllahê hatiye kuştin.

Di daxuyaniya ji aliyê artêşê ve hatî dayîn de, hate îdîakirin ku kesê hatî kuştin “di nava xebatên jinûve avakirina binesaziya terorê de cih digirt”.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku fealiyetên bi vî rengî, “bi eşkere li dijî peymanên di navbera Îsraîl û Lubnanê de ne”.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku li başûrê welêt, li nêzî bajarê Sur (Tyre) bi balafirê bêmirov êrîşî wesayîtekê hate kirin û di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku êrîş heman herêmê hedef digire.

Piştî şerê li Xezeyê destpê kirî, Hîzbûllahê eşkere kiribû ku wî ji başûrê Lubnanê roket avêtine Îsraîlê û piştgirî dide Hamasê.

Piştî şerê di navbera Îlon-Mijdara 2024’an de, aliyan 27’ê Mijdarê agirbest îlan kiribûn.

Lê belê artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew êrîşên li ser cihên Hîzbûllahê didomîne. Îsraîl her wiha li başûrê Lubnanê 5 pozîsyonên leşkerî, muhafaza dike.