Hevserokê Keskan: Tirkiye li dijî gelê xwe şer dike
Partiya mûxalefetê ya Elman, ji ber şerê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne rexneyên tund kir û ji Elmanya û Yekîtiya Ewropayê xwest, ku nebin şirîkê sûcên Erdogan.

Hevserokê Partiya Keskan a Elman (Grunen) Cem Ozdemîr li Stenbolê axivî û da zanîn ku dewleta Tirk li Kurdistanê mora xwe daniye binê gelek binpêkirinên mafên mirovan ên giran û got, "Li dijî gelê xwe şer dike". Ozdemîr der barê "qedexeyên derketina derve" de jî got, "cezakirina kolektîf" e û bûyerên diqewime weke rewşeke şer pênase kir.
Hevserokê Keskan têkildarî yekîneyên taybet ên Tirk jî got, "Kengî dixwaze digire, li gorî dilê xwe îşkenceyê dikin û wexta dixwazin jî mirovan dikujin." Ozdemîr ragihand ku ti eleqeya vê rewşê bi mafên mirovan û dewleta hiqûqê re nîne. Ozdemîr "qedexeyên derketina derve" bibîr xist û anî ziman ku mirov bi vê yekê re bi awayekî komî tên cezakirin.
Hevserokê Partiya Keskan a Elman Ozdemîr diyar kir ku ji ber şer li Kurdistanê 'nifşek hatiye windakirin' û ragihand, ku ev pêkanîn sûc e.
Cem Ozdemîr niyeta hikûmeta Elman jî rexne kir ku dixwaze Tirkiyeyê ji bo penaberan weke 'welatekî ewle' qebûl bike û der barê helwesta Yekîtiya Ewropa ya ku di berdêla penaberan de rêveberiya Tayyîp Erdogan 'rexne nake' de hişyarî da. Ozdemîr destnîşan kir ku armanca Yekîtiya Ewropa ya kêmkirina hatine penaberan, 'desthilatdariya Erdogan' xurttir dike.
Ozdemîr da zanîn ku Yekîtiya Ewropa, tinekirina azadiyan ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji nedîtî ve tê û destnîşan kir ku ev yek xiyaneta li nirxên Ewropayê ye.