Girseya gel a ji bo şermezarkirina komkujiyê çû Mereşê hatin astengkirin
Ji ber 37. salvegera Komkujiya Mereşê, mirovên ji bo bîranîna mirovên jiyana xwe ji dest dane berê xwe dan Mereşê, lê belê li pêşiya bajêr hatin astengkirin.

Li Mereşê, di navbera 19-26'ê Kanûna 1978'an de li dijî welatiyên Elewî û Kurd komkujiyek pêk hat û li gorî daneyên fermî 105 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan mal û kargehên Elewiyan hatin xerakirin û şewitandin. Di salvegera 37. a komkujiyê de Walîtiya Mereşê merasîmên bîranînê yên li bajêr qedexe kir. Gelek rêxistin û saziyên Elewiyan ji bo şermezarkirina komkujiyê û bibîranîna welatiyên hatin qetilkirin ji gelek bajarên cuda derketin rê.
Lê li pêşiya bajêr bi fermana walîtiyê bendên kontrolê hatin danîn. Li ser rêyên Edene, Dîlok û Kayseriyê jî leşker û polîsan bendên kontrolê danîn û hemû wesayît sekinandin. Piştî kontrola nasnameyan destûr hate dayîn. Lê welatiyên ku ji bo merasîma bîranînê tên hatin astengkirin.
Li pêşiya bajêr, rewş ev bi vî rengî ye. Li navenda bajêr jî dorpêça polîsan heye. Bi taybetî jî taxa Yoruk Selîm ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Di encama hevdîtinan de Hevberdevka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Hulya Yer Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan, Serokê Giştî yê Weqfa Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez, Rêveberên Federasyona Komeleyên Elewiyan a Ewropayê û Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş derbasî bajêr bûn.
Heyeta ku derbasî navenda bajêr bû çû taxa Yoruk Selîm a komkujî lê hat kirin.