Taylan Ozgur Kahraman hate bibîranîn

Taylan Ozgur Kahraman ê ku 21’ê Kanûnê 1998’an jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn.

Taylan Ozgur Kahraman ê ku 21’ê Kanûnê 1998’an jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn.

Li Dusseldorfê ku Taylan Ozgur Kahraman çalakiya li vir li dar xistibû, bi merasîmekê hat bibîranîn. Tevî malbata Kahraman, Kurdistaniyên li Kolnê, Leverkûsenê, Krefeldê û Dusseldorfê jî tevlî merasîmê bûn. Bîranîna ku endamên Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê jî tê de cihê xwe girt bi rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) axaftinek hat kirin. Nûnera TJK-E diyar kir ku Taylan Ozgur Kahraman bi çalakiya xwe ve ji komployê re bûye bersiv û îro jî li dijî êrîşên di hevkariya heman hêzên komploger û DAIŞ-AKP’ê de pêk tên bersiva ruhê berxwedaneke dîrokî ya gel distînin.

Nûnera TJK-E destnîşan kir ku divê xwedîderketina berxwedana xwerêveberiyan li her qadê pêk werin. Piştî nûnera TJK-E, dayika Taylan Ozgur Kahraman, Şengê Kahraman axivî.

Dayika Şengê wiha axivî: “Têkoşîna me ya azadiyê ya Rêber Apo ava kiriye, bi saya şehîdan îro gihiştiye qonaxa serketinê. Jixwe pêvajoyên wiha bi êşan çêdibin. Bê girêdana bi şehîdan re çawa ye, nîşanî me dan. Ji bo vê şoreşê pêwîst e em zêdetir bixebitin. Em soza xwe ya girêdana bi şehîdan re dûbare dikin.”