Di operasyonên qirkirina siyasî de bi dehan kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê dewleta AKP'ê ve tê meşandin de, gelek kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê dewleta AKP'ê ve tê meşandin de, gelek kes hatin binçavkirin.
AKP li Bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve sivîlan qetil dike, ji aliyê din ve jî operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne.
MÛŞ
Li navçeya Mûş Gimgimê, tîmên taybet danê sibehê bi ser malan de girtin. Li taxa Gumgumê 4 welatî hatin binçavkirin. Tîmên taybet ên deriyên malan şikandin û ketin hundir heqeret li welatiyan kirin. Di serdegirtinan de Mecît Gumgum, Osman Altin, Uygan Akkaya û Faruk Guneş hatin binçavkirin.
Li mala Guven a ku polîsan bi ser de girtibûn piştî ku derketin, polîsekî hevalekî xwe biguleyê birîndar kir.
Leyla Guven a xwediya malê ye têkîldarî serdegirtinê wiha got: "Serê sibehê saet di 03.00'an de derî şikandin û ketin hundir. Em razayî bûn. Em li erdê dirêj kirin û kelepçe xistin destên me. Kurê min Mecît derxistibûn şaneşînê. Piştre qîr kirin û ambulans xwestin. Piştî ku Mecît li erdê dirêj kirin û dengê çekê hat min qîr kir. Dema ku gule berdida kurê min bi wan ket. Wan jî qîr kirin. Piştre jî ambulans xwestin. Em li hundirê malê bi kelepçekirîbûn. Dema çûn me dît ku li cihê ku kurê min dirêj kiribûn şopa gule hebû. Heta 07.30'an li wir man."
Li şaneşîna mala ku polîsan bi ser de girtin şopên gule û parçeyên goşt hebûn, tîmên taybet ên birîndar jî bi ambulansê ve rakirin nexweşxaneyê. Der barê aqûbeta tîmê taybet de agahî nehat girtin.
Welatiyên ku sedema binçavkirinên wan nehat zanîn jî birîn Midûriyeta Polîsan a Mûşê.
MÊRDÎN
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî serê sibehê polîsan bi ser malan de girtin. Polîsan li taxên Kale, Cevîzpinar û Tepebagê deriyên malan şikandin û keteni hundir lêgerîn kirin. Di lêgerînê de mal hatin belavkirin. Welatiyên bi navên Mehmet Ektîren, Mazlum Dînç, Şervan Kabak, Mehmet Denk, Ridvan Dîp û Şukriye Dîp hatin binçavkirin.
Welatiyê bi navê Ridvan Dîp bilêv kir ku dema serdegirtinan de rastî îşkenceyê hatine û bi serdegirtina polîsan ve serê sibehê hişyar bûne. Dîp wiha got: "Polîsan ji ber ku min derî dereng vekir heqeret kir û derb kirin. Dîsa gefa kuştinê li min xwarin."
Ridvan Dîp û Şukriye Dîp ên ku hatin binçavkirin piştî ku birin emniyetê hatin berdan. Welatiyên di li emniyetê tên rawestandin.
STENBOL
Li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê jî polîsan bi awayeke hemwext bi ser malan de girtin û 10 jî zarok 17 kes hatin binçavkirin. Hate hinbûn ku zarokên hatine binçavkirin birine şaxa zarokan a emniyetê, 7 welatiyên din jî birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Li aliyê din Hatîce Ozmen a di 2. Civîna Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk de pêşkêşvanî dikir jî ji otela ku lê dima hate binçavkirin. Ozmen a ku birin emniyetê piştre hate berdan.