ROJANE
Hemû Nûçe
-
Operasyonên qirkirina siyasî: 16 kes hatin girtin
Li Îzmîr, Bûrsa, Mêrdîn û Kocaeliyê 16 kes hatin girtin. Li Amedê jî polîsên Tirk welatiyê birîndar kirin hat binçavkirin -
Ji Rûsyayê ji bo “zexta li ser Kurdan” daxuyaniya duyemîn
Wezareta Karên Derve ya Rûsya bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirk Tanjû Bîlgîç a “Balafirên şer ên Rûs sivîlan dike hedef” û ev daxuyanî wek ‘absurt’ pênase kir. -
Di cinayeta Tahîr Elçî de ti pêşketin tineye!
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozer da xuyakirin ku ti kesên bi navê bersûc beyana wan hatiye girtin an jî hatine binçavkirin tinene. -
Hevserokên HDP'ê: Em bi hêvî ne, berxwedêr in, bi biryar in
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, ji bo sala nû peyamek weşandin. -
Ji Erdogan mesaja 'wê derew û şer dewam bike'
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya sala nû de got, 'komkujî wê dewam bike'. Erdogan ji bo sivîlên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin got 'terorîst'. -
Ji endamên artêşê yên ji aliyê gerîla ve hatin girtin banga sala nû
Nûçegihanên ANF'ê xwe gihandin 8 ji personelên dewletê yên li herêmên gerîla girtî ne. Personelên dewletê ku yek jê polîs, ên din jî endamên artêşê ne, bi rêya ajansa me banga aştiyê kirin. -
Ji Merkel re nameya 'terora AKP'ê hat şandin
Ji Serokwezîra Elmanyayê Merkel re, li ser terora AKP'ê ya ku li Kurdistanê dimeşîne, nameyek hat şandin. -
HDP'ê 'bîlançoya navberê' ya qetlîamên dewletê weşand
HDP'ê bîlançoya mirovên di meha Kanûnê de ji ber pêkanînên qirkirinê yên AKP'ê hatin qetilkirin, aşkere kir. -
Operasyonên qirkirinê: Nêzî 60 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de nêzî 60 kes hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin. -
Ûlûsoy: Xwerêveberî rêya ber bi demokrasiyê ye
Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy destnîşan kri ku berxwedana xwerêveberiyê, berxwedana li dijî dîktatoriya AKP'ê û darbeya Qesrê ye û got, "Eger karker û kedkarên li rojavayê welêt vê rastiyê nebînin, ew ê bi xurtî têk biçin." -
'Ya em ê bibin DAIŞ, yan jî em ê bibin Kobanê'
Kedkarên tenduristiyê yên ku li dijî dorpêçiya li Kurdistanê ji bo rojekê grev kirin, xwe amade dikin ku di 31'ê Kanûnê de ji çar aliyên Tirkiyeyê, ji bo parastina jiyanê biçin bajar û navçeyên ji aliyê dewletê ve hatine dorpêçkirin. -
Dewleta Tirk li Bernê hat protestokirin
Li Bernê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat şermezarkirin. -
Li Înnsbrûckê, bi şanoya li kolanan bal hat kişandin ser komkujiyan
Li bajarê Awûstûrya Înnsbrûckê, ji bo bal were kişandin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, lîstika şano li kolanan hat pêşkêşkirin. -
TAYD-DER: Di sala 2015'an de polîtîkaya li girtîgehan li hemberî civakê hat meşandin
Hevserokê TAYD-DER'ê Karbadag da xuyakirin, ku sala 2015'an ji bo girtiyên nexweş û ji aliyê girtîgehan ve ne saleke serketî bû û got, "Polîtîkayên li girtîgehan êdî li hember tevahiya welêt tên meşandin. Saleke dirêj û bi têkoşîn li benda me ye." -
Der barê Yuksekdag û Ulusoy de lêpirsîn
Der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen yuksekdag û Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan ulusoy de ji ber axaftinên wan ên Civîna Giştî ya KCD'ê de lêpirsîn hate destpêkirin. -
Bi sedhezaran kedkaran terora AKP'ê şermezar kirin
Li ser banga DÎSK, KESK, TMMOB'ê bi sed hezaran kedkaran îro dest ji kar berdan û terora AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne şermezar kirin. -
Polîsan êrîşî Baranê ku qetilkiribûn kirin
Konê sersaxiyê ji bo Sedat Baran ê li Mersînê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin hat vedan, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Li ser bersivdayina ciwanan, polîs neçar man vekişin. -
Di sala 2015'an de 110 rojnamevan hatin qetilkirin
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas da xuyakirin, ku di nava sala 2015'an de 110 rojnamevan hatine qetilkirin. -
Çete ji Minbicê direvin Tirkiyeyê
Çeteyên ji Minbicê direvin, di ser Cerablûsê re derbasî Tirkiyeyê dibin. Hat ragihandin, ku çete li cihê jê direvin mayînan diçînin. -
Li Swêdê çalakiya 'Ji Mereşê heta Roboskî; komkujî' hat lidarxistin
Çalakiya duyemîn a bi navê 'Ji Mereşê heta Roboskî; komkujî' ya li ser komkujiyên dewleta Tirk aniye serê şoreşgeran, Kurdan, Elewî û mûxalîfan, li bajarê Swêd Ûppsalayê hat lidarxistin. -
'Krîza penaberiyê herî kêm wê deh salên din bidome'
Şahîn bal kişand ser mecbûriyeta sekinandina şerê li Rojhilata Navîn û got, "Xeteriya mezin, eger ev şer nesekine wê destpê bike. Li Sûriyeyê hînê 7 mîlyon mirovên ji cih û warên xwe koç nekirine, hene. Krîza penaberiyê wê deh salên din bidome." -
Davûtoglû, windahiyên leşker û polîsan îtiraf kir
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, kuştina bi sedan leşker û polîsên di şerê li Kurdistanê didome de îtiraf kir. -
Li Okmeydani bîranîna Roboskiyê: Bi bêdengiyê, wê qetlîam belavî her cihî bibin!
Li Stenbolê HDP-HDK’ê qetlîama Roboskiyê bi aktivîteyekê şermezar kirin. Di aktivîteyê de hat destnîşankirin kur îro li hemû herêmên Kurdistanê dewleta Tirk dest bi qetlîaman kirine, banga “Bêdeng nemînin” hat kirin. -
DEM-GENÇ'ê komkujiyên Roboskî û yên dema dawî protesto kir
Meclîsa Wanê ya DEM-GENÇ’ê komkujiya Roboskî û qetlîamên dewam dawî protesto kir. Di çalakiyê de hat xwestin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. -
Li Stuttgart ji bo Erbay, Oter û Şahîn ên MLKP’yî bîranîn
Erbay, Oter û Şahîn ên MLKP’yî li Stuttgartê hatin bibîranîn.