Dewleta Tirk li Adelaîde hat protestokirin
Terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li bajarê Adelaîde yê Avûstralya bi girseyî hat protestokirin.

Di axaftinên çalakiya ku li Qada Rûndîe ya ku ji çar parçe Kurdistanê û dostên Kurdan ên Avûstralyayî tevlîbûn de li ser navê Komîteya Amadekar Hejar Sîanî û Bese Kiwex axivîn.
Di axaftinan de wiha hat gotin: “Em li cem di serî de Amed, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê, berxwedana tevahî gelê Kurd in. Em ê li hember qetlîamên li ser Kurdistanê yên dewleta AKP’ê û polîsên wê yên çete bê deng nemînin. Wê ti hêz nikaribe îradeya gelê me bişkîne.”
Piştî axaftinên çalakiyê, dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Dewleta Qatil Ji Kurdistanê Derkeve” hatin berzkirin.