Keştiya koçber tê de bûn binav bû: 18 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber binavbûna keştiyek koçber tê de bûn 18 kes xeniqîn. Di karesatê de 14 kes jî bi birîndarî rizgar bûn.

Keştiyek koçber tê de bûn û ji navçeya Bodrûm Mûglayê berê xwe da Girava Kalîmnos a Yewnanîstanê, duh bi şev li Derya Egeyê binav bû.

Tîmên Ewlekariyê yên Peravê, 18 cesed ji nava deryayê derxistin. 14 kes jî bi birîndarî hatin rizgarkirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê û nexweşxaneyên taybet ên li navçeyê.

Cenazeyên 18 koçberên jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Mûglayê.

Ji ber karesatê 2 kes hatin binçavkirin.