AKP dixwaze personelên Servîsa Ambûlansê bi mecbûrî bişîne qada şer

Li Îzmîrê, ji personelên 112 Servîsa Ambûlansê tê xwestin ku bi wezîfeya mecbûrî re ji herêma şer re bên şandin.

Li Îzmîrê, ji personelên 112 Servîsa Ambûlansê tê xwestin ku bi wezîfeya mecbûrî re ji herêma şer re bên şandin.

Hikûmeta AKP'ê, şerê li bajarên Kurdistanê daye destpêkirin, gav bi gav kûr dike. AKP a ku hewl dide aliyên lojîstîk, medya û tenduristiyê yê şer xurt bike, ji ber ku personelên dilxwaz ên tenduristiyê nedît, hewl dide van personelan bi awayekî mecbûrî wezîfedar bike.

Serhekîmên 112 Servîsa Ambûlansê ya Îzmîrê (ÎZAS) ji Berpirsyarên Stasyonê re di 19'ê Kanûnê de SMS'ek şandin û xwestin agahiyên personelên zarokên wan kêmî 18 salî ne, herî kêm di nava du rojan de ragihînin.

Ji teknîsyenan cara yekemîn ev agahî hat xwestin. Lê belê di SMS'ê de nehat gotin ku ji ber çi ev agahî tên xwestin.

Ji teknîsyenên ku mesaj jê re hat G.K. agahî da ANF'ê û anî ziman ku piştî nivîsa ji Wezareta Tenduristiyê hat, ji amîrên stasyonê yên personelên ÎZAS'ê ev agahî hatine xwestin. G.K. got, "Bi qasî ku me agahî bi dest xist, wê personelên ku zarokên wan ne kêmî 5 salî ye, ji herêmên qedexeya derketina derve yên weke Şirnex, Mêrdîn û Amedê re werin şandin. Piştî ku agahî heta roja Duşemê hatin şandin, ji me re hat gotin ku wê piştre daxuyaniyeke fermî bê dayîn."