Dayikên Şemiyê: Ew ê nikaribin bi Kurdan!

Dayikên Şemiyê, vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Endama Dayikên Şemiyê yên Cizîrê û hevjîna Îbrahîm Demîr ê ku di bin çav de hate wiendakirin Sûltan Demîr peyam şand çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê.

Dayikên Şemiyê, vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Endama Dayikên Şemiyê yên Cizîrê û hevjîna Îbrahîm Demîr ê ku di bin çav de hate wiendakirin Sûltan Demîr peyam şand çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê.

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bikin, di hefteya 560. de li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, pirsa Agît Akîpa û Îbrahîm Demîr ên ku ji ber cerdevaniyê qebûl nekirin di 12'ê Kanûna 1991'an de hatin windakirin, pirs kirin. 

Vê hefteyê, Dayikên Şemiyê yên Cizîrê ku ji ber rewşa awarte çalakiya xwe nikaribûn bikin, ji Stenbolê re peyameke şandin. Hevjîna Îbrahîm Demîr, Sûltan Demîr peyamek bi qeydê deng şand çalakiyê. 

Demîr, di qeyda deng de bi van gotinan peyama xwe gihand Stenbolê: "Merheba Dayikên Şemiyê, ez jî yek ji Dayikên Şemiyê me ku li Cizîrê li ber xwe dide. Ji ber qedexeyan me vê hefteyê çalakî nekir. Em têkoşîna xwe berdewam dikin."

Piştî qeyda deng, neviyên Îbrahîm Demîr, Zîlan û Melsa Demîr nameya ku ji kalê xwe re nivîsîne xwendin. 

Kurê Agît Akîpa yê di binê çavan de hat windakirin Vevpî Akîpa li çalakiyê axivî û diyar kir ku ew 24 sal in vê dozê dimeşînin. Akîpa bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û got, "Hewl didin bi vî rengî Kurdan têk bibin. Lê belê bila vê yekê baş bizanibin; wê bi vî rengî jî nikaribin bi Kurdan. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin."