Qurbaniyên komkujiyên Mereş û 19'ê Kanûnê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Nantes û li paytexta Belçîka Brukselê, komkujiya Mereşê û komkujiya 19'ê Kanûnê ya li girtîgehan hatin protestokirin.
Li bajarê Fransa Nantes û li paytexta Belçîka Brukselê, komkujiya Mereşê û komkujiya 19'ê Kanûnê ya li girtîgehan hatin protestokirin.
Li bajarê Fransa Nantes û li paytexta Belçîka Brukselê, komkujiya Mereşê û komkujiya 19'ê Kanûnê ya li girtîgehan hatin protestokirin.
NANTES
Li bajarê Fransa Nantesê, qurbaniyên komkujiya Mereşê hatin bîranîn. Merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Nûnerê FEDA Şenol Varto di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist ku bi destpêkirina Komara Tirkiyeyê re li hemberî Kurdan bi awayekî rêk û pêk komkujî hatine kirin û got, "Li Mereş, Dêrsim, Zîlan û Roboskî timî komkujî hatine kirin. Girîng e Kurdên Elewî bêhtir xwe bi rêxistin bikin û van komkujiyan bisekinînin. Heman komkujî îro li Kurdistanê didome. Sûr, Cizîr, Silopiya komkujiyên heman zîhniyet û sîstemê ne. Serketina herî mezin a li hemberî komkujiyên dewletê, wê bi serhildanên me re bi dest bikeve."
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê, ji ber salvegera komkujiya 19'ê Kanûnê ya li girtîgehan, li Mala Gel a Brukselê hevpeyvîn hat kirin û Sîmûrg hat nîşandan.
Bîranîn ji aliyê Platforma Dengê Girtiyan, Nev-Bal, ATÎK, EOC û BHE ve bi hevkarî hat organîzekirin. Di axaftinên li bîranînê de hat gotin, "Em ê komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê ji bîr nekin. Li dijî dewleta Tirk a faşîst em ê ruhê xwe yê têkoşînê mezin bikin. Îro li Bakurê Kurdistanê AKP a faşîst, li Amed, Pirsûs, û Enqereyê komkujiyên nû kir. Bedenên mirovan li pişt panzerê tên girêdan û bi erdê re tên kaşkirin. Bi qedexekirina derketina derve re mal tên şewitandin, mirov tên qetilkkirin. Hikûmeta AKP'ê ya ku van dike, desteka xwe ya ji bo DAIŞ a faşîst jî didomîne. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst, têkoşîna yekbûkyî mezin bikin."
Piştî axaftinan fîlmê Sîmûrg hat nîşandan.