Bi hezaran kesî ji Swîsreyê bang kirin: Wê mêtingerî têk biçe

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Swîsreyê daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin, berxwedana xwerêveberiyan silav kirin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Swîsreyê daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin, berxwedana xwerêveberiyan silav kirin. Di meşê de wiha hate gotin: “Yên difikirin ku wê Kurdan bi qetilkirinê bi dawî bikin, bila li dîroka berxwedanê ya gelê Kurd binêrin.”

Di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre û Tevgera Jinan a Swîsre meşek navendî li bajarê Baselê yê Swîsre ji bo protestokirina êrîş û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û silavkirina berxwedana bajarên Kurdistanê hate lidarxistin.

Girse li Parka Basel Derînrossenê di pişt pankarta, “Ji Ocalan Re Azadî Ji Kurdistan Re Statû” hatin cem hev, ji vir heta Claraplatz meş li dar xist. Wêneyên dîmenên di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê pêk hatine hatin rakirin, dirûşmên “Terorîs Tirkiye”, “Qatil Erdogan”, “Leşkerê Tirk Ji Kurdistanê Biceheme” hatin berzkirin. Dîsa di meşê de dowîzên ku Erdogan, Barzanî û DAIŞ’ê di heman dîmenî de nîşan didan hatin rakirin.

Piştî meşê, li Claraplatzê Azîz Tûnç ê ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de namzetê Mereşê bû mafê axaftinê wergirt, bi bîranîna kesên di qetlîama Maraşê û Kurdistanê de hatine qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. 

 ‘TEVÎ HEMÛ QETLÎAMAN JÎ KURD LI SER PIYAN E’

Tûnç diyar kir ku heta îro jî qetlîamên li Kurdistanê bi destên dewleta Tirk tên kirin, kiryarên berî niha 37 salê berê bi planî li Mereşê hat kirin, niha jî li Kurdistanê bi rêbazên cuda pêk tînin.
Tûnç bi bîr xist ku tevî hemû qetlîamanan jî gelê Kurd bi serbilindî li ser piyan e.

‘ÊDÎ CIHÊ MÊTINGERAN LI KURDISTANÊ TINEYE’

Tûnç got tevî hemû zext û qetîamên dewleta mêtinger jî wê ji ser axa Kurdistanê bê avêtin. Tûnç wiha got: “Em ê li hember êş û qetlîaman li ber xwe bidin û xwe ji nû ve bafirînin, heta me hêza xwe ya rêxistinî xurt girt wê ti kes nikaribe me têk bibe.”

Piştî Tûnç, li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre Nesrîn Yazar mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir kul i dijî qetlîam û êrîşên li ser Kurdistanê, ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyan divê her kes li qada bin.

Piştî Yazar, di axaftinên tevgerên çep ên Tirkiyeyî jî hate gotin ku wê her tim li gel berxwedana li Kurdistanê cih bigirin, hate ragihandin ku divê li hember qetlîamên bi destên Erdogan û AKP’ê pêk tên her tim bi rêxistinî tevger çêbibe.
Piştî axaftinan, bi hev re dirûşmeya, “Qatil Erdogan” hate gotin û çalakî hat bidawîkirin.

...