ROJANE
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Gel a Elewî ya Demokratîk civîna xwe pêk anî
Di civînê de, xebatên rêxistinî û plansaziya dema pêş a FEDA hatin nirxandin. -
2. Kongreya Asayî ya HDP'ê li Enqereyê pêk tê
2. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali, li Enqereyê pêk tê. Bi hezaran kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin, ji bo tevlî kongreyê bibin cihê xwe li salonê girtin. -
'Çareseriya koçberiyê: zanebûn û xweparastin'
Endama Koordînasyona KJK'ê Dr. Xerzî diyar kir ku penaberî veguheriye pirsgirêk û sûcê tevahiya mirovahiyê. Xerzî li dijî vê pirsgirêkê bal kişand ser girîngiya perwerdekirina gel û xweparastinê. -
Di operasyonên qirkirina siyasî de 11 siyasetmedarên Kurd hatin girtin
Ji 31 siyasetmedarên Kurd ên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 11 jê hatin girtin. -
Li Stenbolê 7 wesayît hatin şewitandin
Li Fatîhê 7 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin. -
Dewleta Tirk ji aliyê bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin
Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li gelek bajarên Elmanyayê bi meşên girseyî hat protestokirin. -
‘Ji bo koçberan sînoran vekin’
Li Îzmîrê gelek endamên û rêveberên SCS’ê bal kişandin ser rewşa koçberan û wiha gotin: “Em bang li welatên bi Ewropa re hevpeymanên li hember rawestandina koçberan îmze kirine dikin ku dest ji hevpeymanên wisa berdin.” -
Polîsan êrîşî meşvanên Botanê kirin
Meşvanên Botanê yê li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê di nobeda berxwedanê de ne ku ji ber zêdebûna êrîşan ber bi Cizîrê ketin meşê rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. -
'Yên di 90'an de xizmên me windakirin, îro li kolanan sivîlan qetil dikin'
ÎHD û xizmên windahiyan li Gever, Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin pirsîn. -
Akademîsyenên Îranî konê li Hannoverê ziyaret kirin
Li bajarê Elmanya Hannoverê, êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, ev sê roj in bi konê agahdarkirinê tê ragihandin. Serdana ji bo kon jî dewam dike. -
6. Civata Giştî ya HDK'ê li Enqereyê destpê kir
6. Civata Giştî ya HDK'ê bi dirûşma "Li her cihê jiyan û berxwedan lê ye, HDK" li Enqereyê destpê kir. -
Li Arjantînê AKP’ê hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin
Li Arjantînê êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalah hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Di çalakiyê de peyam hat dayîn ku akademîsyenên aştîxwaz ne tenê ne. -
Çalakiyên protestoyî yên Kurdistaniyan ên li Ewropayê didomin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi çalakiyên girseyî terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto dikin. -
Li Baselê meşa ji bo Kurdistanê
Kurdistaniyên li Baselê daketin kolanan, lenet li polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirinê anîn û berxwedana gelê Kurd a roj bi roj mezin dibe, silav kirin. -
PE, wê ji 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî re malovaniyê bike
Konferans wê bi serenavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd- Krîzên berê, çareseriyên nû" di 26-27'ê Çileyê de li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê were lidarxistin. -
Di hevdîtinên li Îmraliyê de mijara Rojava... -Amed Dîcle
Sirri Sureyya Onder ê ku di nava heyeta BDP-HDP a Çileya 2013'an li Îmraliyê dest bi hevdîtinên bi Ocalan re kir de cih digirt, piştî berxwedana 'Gezî' ji heyetê hat derxistin. -
Ji bo meşa sibehê li Bîelefeld banga tevlîbûnê
Li Bîelefeld sibehê bi meşeke girseyî ve wê êrîşên qirker ên AKP’ê bên protestokirin. -
Bîden bi nûnerên HDP, CHP û AKP'ê re hevdîtin kir
Alîkarê Serokê DYA Bîden bi nûnerên HDP, CHP û AKP'ê re hevdîtin kir. Berdevkê HDP'ê Bîlgen diyar kir, ku di hevdîtinê de girîngiya demokratîkbûyînê hatiye destnîşankirin. Bîlgen da xuyakirin, ku pêkane DYA ji bo çareseriyê bikeve nava lêgerînan. -
Li 5 bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, li Wan, Mûş, Şirnex, Meletî û Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin û gelek kes hatin binçavkirin. -
Beşdarên civîna Cenevre-3 diyar dibin
Heyetên beşdarî civîna Cenevre-3 bibin diyar dibin. Li gorî agahiyên gihaştin ANF'ê, 3 delegasyon wê beşdarî civînê bibin. -
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Em ê dewleta Tirk poşman bikin!
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bi çalakiyên li deverên cuda yên Stenbolê re bersivê dide komkujiyên AKP li Kurdistanê dike. Însiyatîfê got, "Em ê TC poşman bikin" û bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin Kurdistanê. -
Li Elmanya û Hollandayê çalakiyên protestoyî dewam dikin
Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP'ê didomînin. -
Li Dîdîmê keştî binav bû: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Keştiyek penaber tê de bûn, a ji Dîdîmê diçû Yewnanîstanê, bi nav bû. Di bûyerê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
Çekên Elmanya da pêşmergeyan li bazara reş tên firotin!
Tê gotin, çekên Elmanyayê ji pêşmergeyan re şand li bazarên li Hewlêr û Silêmaniyeyê tên firotin. -
Ji medya hewzê derewa ÎHA
Derewa dawî ya çapemeniya hewzê nûçeya 'li Silopiyayê pêgera bêmirov a hewayê ya aydî PKK'ê' bû. Derket holê ku ev pêgera bêmirov a hewayê aydî hêzên dewletê ye û ji aliyê hêzên parastina cewherî ve hatiye xistin.