BI DÎMEN

Li Elmanya û Hollandayê çalakiyên protestoyî dewam dikin

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP'ê didomînin.

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP'ê didomînin.

HANNOVER: Bi sedan Kurdistanî li ber dêra navendî ya Barsînghaûsen a li Hannoverê li hev civiyan û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. Di çalakiyê de bal hat kişand ser komkujiyên li Kurdistanê tê kirin û hat ragihandin, ku divê çalakiyên li hemberî komkujiyan bên zêdekirin. Di dawiya çalakiyê de ji bo meşa roja Şemiyê ya saet 14:00 a li Steîntoplatzê banga tevlîbûnê hat kirin.

GOPPÎNGEN: Li bajarê Elmanya Goppîngenê, li ber avahiya şaredariyê mîtîngek hat lidarxistin û êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê hatin şermezarkirin. Nûnera Jinên Koçber Melek Kandîllî li vê derê belavok xwend û bang li raya giştî ya Elman kir, ku haya xwe ji komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hebe. Di çalakiyê de ji bo meşa 23'ê Çileyê saet di 15:00 a li ber Stûttgart SWR, banga tevlîbûnê hat kirin.

BONN: Li bajarê Elmanya Bonnê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tê kirin, bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya li vê derê de hat ragihandin, ku Erdogan xweziya xwe bi Hîtler tîne û ji Ewropayê hat xwestin, ku destekê nede Erdogan. Nûnerê PYD'ê jî li vê derê peyivî û da zanîn ku Erdogan bi êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd re sûcê li dijî mirovahiyê dike. Piştî daxuyanî û axaftinan, çalakgeran dosyayek li ser komkujiyên AKP'ê radestî Nûnertiya NY kirin.

OLDENBÛRG: Li bajarê Elmanya Oldenbûrgê, li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, wê îro û sibe kon were vedan.

AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakgerên ku ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ne xwestin êrîş derhal bên sekinandin. Çalakgeran berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.

...