Çalakiyên protestoyî yên Kurdistaniyan ên li Ewropayê didomin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi çalakiyên girseyî terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto dikin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi çalakiyên girseyî terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto dikin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi çalakiyên girseyî terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto dikin.
FREÎBÛRG
Dergaha Elewiyan a Freîbûrgê (FAKD) ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan a dorveger kir.
Grev li avahiya FAKD'ê bi şîyara "Ji şer re na, bila zarok nemirin, dayik negirîn" hat destpêkirin. Di roja destpêkê ya grevê de piraniya wan jin zêdeyî bîst kes beşdar bûn.
Çalakgeran dan xuyakirin, ku li gorî bîr û baweriya xwe ew her tim li dijî zaliman derketin, her tim li cem mazlûman cih girtin û destnîşan kirin, ku ew ê ti carî ji vê rê venegerin.
FRANKFÛRT / OBERÛRSEL
Li Navenda Çanda Elewiyan a Hoctaûnûs a li bajarokê Oberûrsel a li nêzî Frankfûrtê, greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û AABF ve tê lidarxistin, wê sê rojan bidome.
Di daxuyaniya li çalakiyê de hat xwestin, ku dayik û zarok nemirin, dawî li komkujiyên li Kurdistanê were anîn, qedexeya derketina derve û dorpêçî were rakirin, zexta li ser çapemeniya azad û siyasetmedaran bê rakirin, şaredar, akademîsyen û rewşenbîrên girtî werin berdan û diyanet her gavê li dijî Elewiyan fetwa nede."Gelek kes diçin serdana çalakgerên greva birçîbûnê.
LI FRANKFÛRTÊ ÇALAKIYA CIWANAN
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, ciwanên Kurd bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, meşek lidar xistin. Di meşa li navenda bajêr de ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan" qîriyan. Ciwanan di heman demê de bi hilgirtina pankartên bi zimanê Elmanî nivîsandî re bal kişandin ser rewşa li Kurdistanê û belavok belav kirin.
LÛDWÎGSBÛRG
Li bajarê Elmanya Lûdwîgsbûrgê, ji bo li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike agahî were dayîn, kon hat vedan. Li konê agahdarkirinê, wê îro jî belavok werin belavkirin.
OLDENBÛRG
Li bajarê Elmanya Oldenbûrgê bi heman armancê kon hat vedan. Çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin tê, wê îro jî bidome.
MARSÎLYA
Li bajarê Fransa Marsîlyayê, jinên ciwan û Meclîas TEV-ÇAND'ê ya li Marsîlyayê çalakiyeke hevpar lidar xistin û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiya li Gara Trenê de jinan lîstikek şano pêşkêş kirin û bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê. Di axaftinên li vê derê de banga dijderketina li vî sûcê li hemberî mirovahiyê, hat kirin.
MÎLANO
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, ji bo balê bikişîne ser êrîşên dewleta Tirk, dosyayek pêşkêşî Şaredarê Bajêr Gûîlîano Pîsapîa hat kirin. Heyetek ji Kurdistaniyan bi şaredar re hevdîtin kir û der barê êrîşên dewleta Tirk ên li Sûr, Cizîr, Silopiya û tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê de agahî da. Şaredar Pîsapîa jî diyar kir ku ew ê mijarê bişopîne û nîqaş bike.