Beşdarên civîna Cenevre-3 diyar dibin
Heyetên beşdarî civîna Cenevre-3 bibin diyar dibin. Li gorî agahiyên gihaştin ANF'ê, 3 delegasyon wê beşdarî civînê bibin.
Heyetên beşdarî civîna Cenevre-3 bibin diyar dibin. Li gorî agahiyên gihaştin ANF'ê, 3 delegasyon wê beşdarî civînê bibin.
Li gorî agahiyên ANF yên jê bawer, civîna Cenevre-3 a ku dihat payîn 25 vê mehê were lidarxistin, ji ber hin pirsgirêkan û hewldanên dewleta Tirk yên astengkirin beşdarbûna Kurdan ji bo çend roja tê taloqkirin.
Li gorî vê tê texmînkirin ku civîn 28 mehê pêk were.
Çavkaniyên agahî dan ANF ragihandin ku wê alî bi 3 delegasyonan beşdar bibin.
DELEGASYONA TIRKIYE-SIÛDÎ
Ya yekemîn delegasyona alîgirê Tirkiye û Erebistana Siûdî ji 18 kesan pêk tê. Di nava vê delegasyonê de endamên Koalîsyona ji aliyê Tirkiyê ve hatiye avakirin Kurdên mîna Hekîm Beşdar û Fuat Alîko hene. Heman çavkaniyan diyar kirin ku ev her du kes li ser daxwaza Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî tevlî delegasyonê hatine kirin.
DELEGASYONAN ROJAVA
Delegasyona duyemîn jî, ji Hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, Heysem Mena, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, kesayetê serbixwe Qedrî Cemîl û kesekî din pêk tê.