Di operasyonên qirkirina siyasî de 11 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Ji 31 siyasetmedarên Kurd ên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 11 jê hatin girtin.

Ji 31 siyasetmedarên Kurd ên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de roja Pêncşemê li Stenbolê hatin binçavkirin, Hasan Çaplik, Zennûre Ozdemîr û Erdal Fîdan piştî îfadeya li dozgeriya Edliyeya Stenbolê hatin berdan, 28 jî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.

Ji 28 kesan Yavûz Dûrsûn, Suleyman Tûrgût, Sûphî Saribûlak, Reşat Savaş, Ramazan Çetînçakmak, Mîhran Avci, Menderes Kaya, Mehmet Saklica, Kamûran Gulun, Îzzettîn Yaman, Goksel Mercan, Eşref Atalmiş, Bîlal Algun Erhan, Berat Anli, Nakî Engîn, Mehmet Gokçe û Ahmet Karaogûl hatin berdan. 

Zekî Çelîk, Sidik Koçgurbuz, Omer Aşkara, Osman Nûrî Baymaz, Mûstafa Demîr, Huseyîn Gok, Ganî Onal, Cûma Yaşar, Bûrhaneddîn Buduş, Abûbekîr Bakir û Abdûrrahman Erol bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin girtîgehê.