Li Dîdîmê keştî binav bû: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Keştiyek penaber tê de bûn, a ji Dîdîmê diçû Yewnanîstanê, bi nav bû. Di bûyerê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Keştiyek penaber tê de bûn, a ji Dîdîmê diçû Yewnanîstanê, bi nav bû. Di bûyerê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî hatin rizgarkirin. 

Penaberên bi birîndarî hatin rizgarkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Soke. Nehat tespîtkirin ku çend kes di keştiyê de hebû. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Di vê navberê de hejmara mirovên ji ber binavbûna bota lastîk a li peravên navçeya Îzmîr Foçayê jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 13 kesan. Di dema xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cenazeyê pitikekî hat dîtin.