BI DÎMEN

Dewleta Tirk ji aliyê bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin

Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li gelek bajarên Elmanyayê bi meşên girseyî hat protestokirin.

Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li gelek bajarên Elmanyayê bi meşên girseyî hat protestokirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi hezaran kesî, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê silav kirin û dewleta AKP'ê şermezarkirin. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, 3 hezar 500 kes beşdarî çalakiyê bûn.

Ji bajarên Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Mannheîm, Maînz, Saarbrucken, Nurnberg, Hanaû, Offenbachê, Kurdistanî û dostên wan tevî gelek rêxistinên çep ên Elman beşdar bûn.

Di meşa li ber HBF a Frankfûrtê destpê kir de, çalakgerên greva birçîbûnê yên li Komeleya Elewiyan a Hoctanûsê li refên herî pêş cih girtin. Piştî meşeke ji 2 kîlometreyan, girseya gel li Romerplatzê mîtîngek pêk anî.

SARIYILDIZ: EM LI DORA BERXWEDANA CIZÎRÊ LI HEV BICIVIN

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê komîteya amadekar axaftin hat kirin. Dûre Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi rêya telefonê ji Cizîrê beşdarî mîtîngê bû û bal kişand ser berxwedana mezin a li Cizîrê. Sariyildiz got, "Dewletê hemû hêza xwe li vir civandiye. Di serî de Serokê Fermandariya Giştî, dewleta Tirk li Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Lewma medya hawiz, mîna ku li Cizîrê tiştek nebûye rewşê ji rojavayê Tirkiyeyê û cîhanê re radigihîne. Li Cizîrê di nava 40 rojî de 70 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Dewletê niha hemû teknîka xwe û her tiştê xwe li vir civandiye. Dewleta Tirk niha hewl dide Cizîrê vala bike.

Lê belê gelê me wê bi berxwedana xwe re ti carî destûrê nede vê. Eger gelê me 40 sal in li er xwe dide û lehengiyên mezin afirandiye, hingî îro jî wê bi berxwedana mezin a Cizîrê re vê bidomîne. Li Cizîrê gelek birîndarên me hene, divê sewqî nexweşxaneyê werin kirin." Sariyildiz bang li gel kir ku li dora berxwedana Cizîrê li hev bicive.

Piştî Sariyildiz rojnamevanên Grup Lower Calss Magazine yên ku niha li Geverê ne, bi rêya telefonê ji beşdarên mîtîngê re axivîn û şerê qirkirinê yê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, vegotin.

Li ser navê NAV-DEM'ê jî Bahattîn Dogan peyivî û bibîr xist ku ev 6 meh in gelê Kurd li Kurdistanê berxwedaneke mezin nîşand dide. Dogan got, "AKP'ê destketiyên 7'ê Hezîranê, Kobanê, Girê Spî qebûl nekir û êrîşî gel kir. Lê belê tevî her tiştî jî gelê me berxwedaneke mezin nîşan dide."

Di mîtîngê de ji Akademîsyenên ji bo Aştiyê re jî piştgirî hat dayîn. Her wiha li ser navê Komeleya Elewiyan a Hoctanûsê, ku greva birçîbûnê pêk tîne, li vir peyama xwe da.

DORTMÛND

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, bi sedan Kurdistanî ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de Hevserokên Navendên Civaka Demokratîk ên Dortmûnd û Hagenê axivîn.

Qisekeran diyar kirin, ku ev komkujî ji aliyê gladyoya qesrê ve tên kirin, hesabê vê wê bi xurtkirina têkoşînê re bê pirsîn û gotin, "Weke Kurdên li dîasporayê em ê li cem gelê xwe yê berxwedêr bin."

Piştî mîtîngê girseya gel xwest bimeşe, lê belê polîsan destûr nedan. Girseya gel ji bo balê bikişîne ser komkujiyan, li pêşiya HBF çalakiya bê îteatiya sivîl pêk anîn.

BÎELEFELD

Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne, li bajarê Elmanya Bîelefeldê hat şermezarkirin. Li ber konê greva birçîbûnê ku ji 11'ê Çileyê û vir ve li navenda bajêr vedayî ye, saet di 15:30 de bi sedan kes li hev civiyan. Meş ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin û tevî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, Elman jî beşdar bûn.

Di meşa li ber Karstadtê destpê kir de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Bijî biratiya gelan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Ji ber ku polîsan nedihiştin dirûşmên ji bo PKK'ê werin qîrîn, girseya gel nerazîbûneke tund nîşan da. Her wiha faşîstên Tirk car carna hewl dan provokasyonê çêbikin, lê bi xwînsariya girseya gel, ev hewldanên provokasyonê hatin pûçkirin.

Piştî meşê çalakger li ber konê greva birçîbûnê vegeriyan û piştî deqeyeke rêzgirtinê dawî li çalakiya xwe anîn.

KOLN

Bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk, Kurdistanî û dostên wan ên li Kolnê daketin kolanan. Li ser banga çalakiya lezgîn a Navenda Civaka Demokratîk, girseya gel daket kolanan, pankarta bi nivîsa "Êdî Bese-Es Reicht" vekir û dewleta AKP'ê şermezar kir.

Kurdistaniyên saet di 16:00 de li Meydana Dêra Domê ya Dîrokî li hev civiyan, ji AGÎF, ATÎK, ADHK, Kaldiraç û Partîzanê destek dîtin. Di çalakiyê de belavokên bi serenavê "Ji bo bêhnvedanê neçin Tirkiyeyê, nebin hevparê van komkujiyan" hatin belavkirin.

Çalakiya ku berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin, heta danê êvarê dewam kir.

BORDEAÛX

Li bajarê Fransa Bordeaûxê, rêxistinên çep ên Fransayê û Kurdan meşek lidar xistin û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Meş bi beşdariya 400 kesî pêk hat.

Girseya gel ji navenda bajêr heta ber Serkonsolosxaneya Tirk a li Bordeaûxê meşiya. Dûre li meydana Comedîe li hev civiya û nûnerên saziyan li vê derê axivîn.

...