Li Baselê meşa ji bo Kurdistanê
Kurdistaniyên li Baselê daketin kolanan, lenet li polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirinê anîn û berxwedana gelê Kurd a roj bi roj mezin dibe, silav kirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne, li bajarê Swîsre Baselê bi meşekê hatin şermezarkirin. Di meşê de berxwedana gel a li Kurdistanê hat silavkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Girseya gel a bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê li hev civiya, piştî kombûna li Claramatta ber bi Parlamenta Kantona Baselê ve meşiya. Di meşê de pankartên ji daxwaza azadiya ji bo Ocalan û silavkirina berxwedana li Kurdistanê hatin hilgirtin. Her wiha bi nivîsên li ser dowîzan re lenet li AKP û Erdogan hat anîn. Di meşê de dirûşmên "Kujer TC ji Kurdistanê bicehime", "Ji Ocalan re Azadî" hatin qîrîn.
Li dû meşê li ber avahiya Parlamentê mîtîngek hat lidarxistin. Qisekeran bal kişandin ser komkujiyên dewlet li Kurdistanê dike û bang li her kesî kirin, ji bo xwedîderketina li berxwedana li Kurdistanê dakevin qadan.
Mîtîng piştî axaftinan bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.