Alîkarê Serokê DYA Bîden bi nûnerên HDP, CHP û AKP'ê re hevdîtin kir. Berdevkê HDP'ê Bîlgen diyar kir, ku di hevdîtinê de girîngiya demokratîkbûyînê hatiye destnîşankirin. Bîlgen da xuyakirin, ku pêkane DYA ji bo çareseriyê bikeve nava lêgerînan.
Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Bîden, ji bo der barê bûyer û qewimînên li heremê hevdîtinan bike duh êvarê hate Stenbolê û îro jî bi parlamenterên HDP, CHP û AKP'ê re civiya. Hate zanîn ku parlamenterên MHP'ê di deqeya dawî de çûyîna civînê betal kirine. Li ser navê HDP'ê, Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen û parlamanter Leyla Zana û Altan Tan, li ser navê AKP'ê Galîp Ensarîoglu û Orhan Mîroglu, li ser navê CHP'ê jî Alîkarê Serokê Giştî Sezgîn Tanrikûlû û parlamenter Fîkrî Saglar tevlî hevdîtinê bûn.
Piştî hevdîtinê, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen tevlî weşana ÎMC TV bû û da zanîn Bîden daxwaza hevdîtinê kiriye.
Bîlgen got ku mijarên sereke yên hevdîtinê bûyerên li herêmê û têkoşîna hevpar a li hemberî DAIŞ'ê bûn û di hevdîtinê de der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û destûra bingehîn a nû de jî nirxandin hatine kirin.
Bîlgen da zanîn ku di hevdîtinê de komkujiyên sivîl ên li Kurdistanê, dorpêça bajaran jî hatiye rojevê û wiha axivî: "Hate ziman ku divê pirsgirêka Kurd di çarçoveya azadiya ramanê û demokratîkbûyînê de were nirxandin û di nava parlamentê de çareserî pêk were. Bîden jî helwesta xwe bi vî rengî diyar kir."
Bîlgen anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hevkariya partiyên siyasi jî hatiye destnîşan kirin û got: "Ez bawer im ji bo pêvajoya çareseriyê car din destpê bike û şaşiyên dema bihurî neyên dubarekirin, lêgerînek heye."