'Yên di 90'an de xizmên me windakirin, îro li kolanan sivîlan qetil dikin'

ÎHD û xizmên windahiyan li Gever, Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin pirsîn.

ÎHD û xizmên windahiyan li Gever, Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin pirsîn. Di çalakiyan de hate gotin ku yên ku di salên 90'an de xizmên wan di bin çavan de qetilkirine niha jî li kolanan jin, zarok û sivîlan qetilkirin.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ÎHD û xizmên windahiyan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û kiryar bên darizandin li kolana Hunerê cara 92'emîn hatin cem hev. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD, rêxistinên DBP, HDP’ê, Dayîkên Aşitiyê û gelek welatî amade bûn. Dayikan di çalakiya hefteya 92. de aqubeta Nuretîn Atasoy ê ku di sala 1996’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatî windakirin pirsîn.

Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê nûnerê ÎHD'ê Muhyettîn Onal çîroka Nuretîn Atasoy vegot û ev tişt anî ziman: "Atasoy bavê 8 zarok bû û ji bo zarokên xwe karê bazirganiyê dikir. Aksoy mirovek ji heval û derdora xwe re baş bû ji aliyê hemû kesî ve dihat heskirin. Di sala 1996’an de rojekê ji bo bazirganiyê wesayita xwe sûar ji bo ku derbasî Êlihê bibe kevte rê li ser pira nû ji aliyê hin kesan ve hat revestandin û xwe polîs dan naskirin.

CENAZEYÊ ATASOY JI KENDAL AVÊTIN 

Atasoy ji wesayitê peyakirin wesayîtê geriyan heman cih Abdullah Canan jî hatibû binçavkirin li vir herdu ji aliyê kesên ku xwe polîs dane naskirin çavên van girêdan û birin. Ji bo ku Atasoy ne be şahidê qetilkirina Abdullah Canan Atasoy birin ser kendalê pişt re bi guleyekê serê Atasoy qerilkirin û cenazeyê Atasoy kendalê de avêtin. Piştî cend rojan gundiyên Marunis cenazeyê Atasoy li ber cem ditin û agahî da malbata Atasoy. Malbata Atasoy cenaze tespît kir û qerkola Jandarmayê a Geverê agahdar kir piştî karên otopsiyê cenazeyê Atasoy dan malbatê. Malbata Atasoy ji bo ku faîlên Atasoy verin ditin serî li dozgeriya Geverê dan lê sal derbas bû ti encam ne hatin dayîn." Malbata Atasoy da zanîn ku ew ê heya dawiyê şopdarên doza xwe bin ewê li ber dîktatoran serî netewînin. 

Piştî çîrokê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat li darxistin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windahiyan çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 363’an de li ber Sînemaya Yilmaz Guney bi çalakvanên nobeta aştiyê ya Platforma Demokrasiyê re pêk anîn. Çalakvanan jî piştgirî dan çalakiya ÎHD’ê û xizmên windahiyan. Di çalakiyê de wêneyên windahiyan û yê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatin hilgirtin. Serokê şaxa ÎHD’ê ya Êlîhê Mehmet Bagatir di çalakiyê de axivî û got ku li Kurdistanê şerê navxweyî tê jiyîn.
Bagatir anî ziman ku hiqûqa şerê jî heye lê şerê Kurdistanê de ti hiqûq nemaye û xwest ku hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ji bo aştiyê bikevin nava hewldanan. 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. ÎHD’ê û xizmên windahiyan çalakiya xwe dawî kirin û tevli çalakiya nobeta aştiyê bûn. 

AMED

ÎHD û xizmên windahiyan cara 363'yan li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu bi şîara "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" çalakî li dar xistin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bû de Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Abdulselam Înceoren axivî û diyar kir ku ev 363 hefte ye ji bo dîtina kiryarên windaya çalakî li dar dixin lê heta niha lêpirsînekî bi bandor nehatiye vekirin, kiryar nehatine dîtin. Înceoren bilêv kir ku heta ku kiryar derkevin holê û lêpirsînên bi bandor bên kirin wê çalakiyên xwe bidomînin. 
Înceoren bal kişand li ser dorpêça dewletê ya li Kurdistanê û wiha got: "Îro jî kuştinên kiryar nediyar berdewam dikin. Li Sûr, Cizîr û Sîlopiyê mirov tên qetilkirin. Mirovên sivîl li wan deran tên qetilkirin. Di şer de hiqûq heye lê li vir hiqûq pêk nayê. Mafê jiyanê ji bo me pîroz e, ev jiyanê kê dibe bila be wisa ye."
Încoren bilêv kir ku şer ti caran ji bo pişrgirêka kurd nebûye çareseriyê û nirxandina "Mirin nebû çeraserî. 17 hezar mirov hatin qetilkirin îro bi hezaran mirov bên kuştin jî wê nebe çareserî."

Piştre parêzer Mahsum Kaya axivî û çîroka Agît Salman ê di 28'ê nîsana 1992'yan de pişTî ku ji mala xwe ya li Edeneyê hate girtin û piştre jî hate înfazkirin parve kir. 

ÎZMÎR

ÎHD a Îzmîrê û xizmên windahiyan li ber Sumerbanka Konakê çalakiya hefteyî li dar xistin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in kiryar li kû ne" hate vekirin û wêneyên windahiyan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de çîroka qetlikirina Abdullah Canan ê di 17'ê çileya 1996'an de hate binçavkirin û di 21'ê Sibata 1996'an de bi awayeke îşkencekirî hate qetilkirin. Ji ÎHD'ê Denîz Bayrak diyar kir ku ligel ku 19 sal derbas bû jî hê jî kiryar nehatine dîtin. Bayrak destnîşan kir ku yên ku di salên 90'an de di bin çavan de hatin windakirin îro li kolanan tên qetilkirin û kiryar heman kes in.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.