Ji bo meşa sibehê li Bîelefeld banga tevlîbûnê
Li Bîelefeld sibehê bi meşeke girseyî ve wê êrîşên qirker ên AKP’ê bên protestokirin.
Li Bîelefeld sibehê bi meşeke girseyî ve wê êrîşên qirker ên AKP’ê bên protestokirin.
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanya çalakiya greva birçîbûnê û nobeda kon a 11’ê Çileyê li dijî qetlîamên li Kurdistanê hat destpêkirin, sibehê (23’ê Çileyê) wê bi meşek girseyî bê bidawîkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajar bi şoreşgerên Tirkiyeyî hat destpêkirin, hevbirên Yekîtiya Hêzên Demokratîk jî piştgirî danê.
Li konê greva birçîbûnê ya bi rojan rastî eleqeyek mezin hat, têkîldarî êrîşên qirker ên AKP’ê yên li hember sivîlên li Kurdistanê agahî hatin parvekirin.
BANGA TEVLÎBÛNÊ
Li ser navê Komîteya Amadekar Îsmaîl Taş daxuyanî da, wiha got: “Em qetlîamên rejîma AKP’ê yên li ser Kurdistanê protesto dikin. Ji bo protestokirina çalakiyên terorê yên rejîma AKP’ê ku sînorên mirovahiyê serûbin kiriye, em her kesî dawetî meşê dikin.”
Meş sibehê saet 15.00’an ji pêşiya konê greva birçîbûnê yê li pêşiya Bîelefeld Karstadt destpê dike.