6. Civata Giştî ya HDK'ê li Enqereyê destpê kir
6. Civata Giştî ya HDK'ê bi dirûşma "Li her cihê jiyan û berxwedan lê ye, HDK" li Enqereyê destpê kir.
6. Civata Giştî ya HDK'ê bi dirûşma "Li her cihê jiyan û berxwedan lê ye, HDK" li Enqereyê destpê kir.
6. Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Enqereyê destpê kir. Civata Giştî ku wê 121 endamên meclîsa giştî û hevberdevk lê werin hilbijartin, li Odeya Endezyarên Înşaetê pêk tê. Di kombûnê de wê encamên 1. Konferansa Asayî ya HDK'ê fermî bibin.
Di Civata Giştî de tevî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan, Cîgirên Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterên HDP'ê, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu, Hevberdevkê Partiay Pêşeroja Çep û Kesk Nacî Sonmez, ji Partiya Ji nû ve Rizgarî ya Sosyalîst Necla Kûrûl, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, nûnerên TBB, TMMOB, DÎSK û KESK'ê, bi qasî 800 delege beşdar bûne.