Ji medya hewzê derewa ÎHA

Derewa dawî ya çapemeniya hewzê nûçeya 'li Silopiyayê pêgera bêmirov a hewayê ya aydî PKK'ê' bû. Derket holê ku ev pêgera bêmirov a hewayê aydî hêzên dewletê ye û ji aliyê hêzên parastina cewherî ve hatiye xistin.

Bi êrîşên qirkirinê yên hikûmeta AKP'ê ve çapemeniya hewzê ku dest bi manîpulasyonê kir nûçeya 'li Silopiyayê pêgera bêmirov a hewayê ya aydî PKK'ê ye' çêkirin. Pêgera bêmirov a hewayê ya ku aydî hêzên dewletê ye û ji bo dîmenên taxên berxwedanê bikîşinin tê bikaranîn ji aliyê hêzên xweparastinê ve hatiye xistin wekî ku ya PKK'ê yê bi serenavê "ÎHA'ya PKK'ê" serwîs kir.

Di nûçeya nav borî de hate îdiakirin ku ÎHA de poşetekî çopê ya aydî Şaredariya Silopiyayê de hatiye dîtin û bi vî rengî şaredarî jî hate xwestin ku bê krîmînalîzekirin.