Meclîsa Gel a Elewî ya Demokratîk civîna xwe pêk anî

Di civînê de, xebatên rêxistinî û plansaziya dema pêş a FEDA hatin nirxandin.

Desteya Bilind a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Meclîsa Gel a Elewî ya Demokratîk, li avahiya xwe ya navendî ya li Leverkûsenê civîna xwe pêk anî.

Di civînê de, xebatên rêxistinî û plansaziya dema pêş a FEDA hatin nirxandin.

Di civîna meclîsa FEDA de, mijarên di rojevê de ne û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin nirxandin. Qisekeran bal kişandin ser zexta li gelê Kurd tê kirin û destnîşan kirin, ku Erdogan û partiya wî dişibe Elmanya Hîtler.

Di civîna FEDA de, xebatên li dijî êrîşên qirkirina çandî hatin nirxandin.

...