Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Em ê dewleta Tirk poşman bikin!

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bi çalakiyên li deverên cuda yên Stenbolê re bersivê dide komkujiyên AKP li Kurdistanê dike. Însiyatîfê got, "Em ê TC poşman bikin" û bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin Kurdistanê.

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî li hemberî êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne, li gelek navendên Stenbolê çalakî pêk anî.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hat gotin, "Em ji Stenbolê bersivê didin berxwedana dîrokî ya li Kurdistanê. Em ê dewleta TC a faşîst poşman bikin ku ev şer daye destpêkirin û li Kurdistanê komkujiyan dike. Têkoşîna me dewam dike. Her çend çalakiyên me sansur dikin jî, xuya ye tengav bûne. Çalakiyên me bi şêweyên cuda nîşan didin û hewl didin vînê bişikînin. Lê belê em ji vê derê bi awayekî vekirî radigihînin; heta ku ev têkoşîn bi ser bikeve, vîn û berxwedana me wê neyê şikandin."

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN YPS/YPS JIN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê êdî li nava refên YPS/YPJ Jin ên li Kurdistanê hatine ragihandin, li dijî TC a faşîst hîn bêhtir bi çalak têbikoşin. Pêwîste hemû ciwanên Apoyî berê xwe bidin Kurdistanê. Weke ciwanên Apoyî, heta azadiya Kurdistanê em ê têkoşîna xwe ya li nava refên YPS/YPS Jin bidomînin."

BÎLANÇO

Bîlançoya çalakiyên dema dawî yên Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bi vî rengî ye:

"232 wesayît, 20 mînîbus û otobusek hatin şewitandin
-60 banka, ATM û supermarket hatin şewitandin
-8 dibistan bi teqemeniyên bi destan çêkirî hatin teqandin. Navenda Çandê ya Bajêr a li Okmeydani hat şewitandin
-4 keyatî, (Yên çûne hevdîtina Erdogan) hatin teqandin
-Zêdeyî 10 TOMA û maşîneke zirxî ya bi tîpa Akrep hatin derbkirin
-2 otopark hatin şewitandin, hejmara wesayîtên hatin şewitandin nehat zelalkirin."