Di hevdîtinên li Îmraliyê de mijara Rojava... -Amed Dîcle
Sirri Sureyya Onder ê ku di nava heyeta BDP-HDP a Çileya 2013'an li Îmraliyê dest bi hevdîtinên bi Ocalan re kir de cih digirt, piştî berxwedana 'Gezî' ji heyetê hat derxistin.
Sirri Sureyya Onder ê ku di nava heyeta BDP-HDP a Çileya 2013'an li Îmraliyê dest bi hevdîtinên bi Ocalan re kir de cih digirt, piştî berxwedana 'Gezî' ji heyetê hat derxistin.
Sirri Sureyya Onder ê ku di nava heyeta BDP-HDP a Çileya 2013'an li Îmraliyê dest bi hevdîtinên bi Ocalan re kir de cih digirt, piştî berxwedana 'Gezî' ji heyetê hat derxistin. Ocalan di hevdîtina xwe ya bi Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan de diyar kir, ku divê Onder di heyetê de hebe. Li ser vê yekê, heyeta HDP'ê bi Wezîrê Edaletê yê wê demê Sadûllah Ergîn re hevdîtin kir û rewş nirxand. Piştî vê hevdîtinê, Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan di Cotmeha 2013'an de Onder vexwend û pê re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtin sê saetan dewam kir û li cem Erdogan bi tenê Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan hebû.
Di vê hevdîtinê de 25-30 deqeyan 'Gezî' hat nirxandin. Piştî hevdîtinê hat qebûlkirin ku Onder careke din di nava heyetê de cih bigire.
Di 'Notên Îmraliyê' yên ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve hatin berhev û weke pirtûkekê hatin weşandin de, Onder detayên vê hevdîtinê ji Ocalan re radigihîne.
Li gorî vê yekê; Heyeta BDP'ê di 9'ê Çileya 2013'an de çû Îmraliyê. Di navbera Onder ê di heyetê de cih digire û Ocalan de diyalogek bi vî rengî pêk tê:
Onder: Min ji Serokwezîr re got, 'Eger ez tevlî heyetê bibim, ez ê biçim Qendîlê jî. Min jê pirsîn; hûn der heqê pêvajoyê de çi difikirin, dixwazin çi bikin?' Wî jî ji min re got, 'Ji Cemîl (Bayik) re bêje, bila her gavê meydanê li min nexwîne'.
Ocalan: (Bi ken) Qubetiya bi rêbaza Tirkan! Ez ê Cemîl hişyar bikim. Hûn jî Serokwezîr hişyar bikin. Ev kar bi vî zimanî nabe.
Onder: Serokwezîr dewam kir: 'Hûn ji min dipirsin, ku ez ê çi bikim. Ez bêjim; Ez ê her tiştî bikim. Wexteke xwe heye û di vê mijarê de min bi Apo re li hev kiriye. Bi tenê xeteke min a sor heye, ew jî Sûriye ye. Ez ê ti carî destûê nedim ku li wê derê rewşeke mîna ya Bakurê Iraqê ava bibe."
Ocalan: (Bi hêrs dibe) Tu jî jê re bêje: Em ê jî ti carî nehêlin ku di nava dewleta Sûriyeyê ya navendî de Kurd bihelin. Ev jî xeta me ya sor e!
Di heman hevdîtinê de mijara Sûriye û Rojava careke din hat rojevê. Ocalan polîtîkaya AKP'ê ya li ser Rojava rexne kir û ev nirxandin kir:
"Eger tifaqa Antî-Kurd bê dewamkirin, şer wê pêk were. Min ji wan re (ji heyeta dewletê re) got, em li Sûriyeyê bi hev re tifaqê bikin. Davûtoglû du sal da windakirin. Çima dîwar tê lêkirin; (Dîwarê li ser sînorê Rojava), gelo hûn dîn in? Têlên rêsayî çima tên raxistin? Mayîn çima tên çandin? Hûn dîn in? Tekane daxwaza wan ew e ku Kurd li wê derê nebin hêzek. Lê eger Kurd li wir nebin, wê rejîmeke faşîst derkeve holê. Gelo ev çi dînîtî ye? Li şûna raxistina têlên rêsayî, divê ku sînor ji wê derê rake. Yê heyî ji holê rake. Li şûna destekkirina çeteyên weke El Nûsra hwd. çima van nabînin? Li derdora Davûtoglû mirovên tevlîhev hene. Eger li Sûriyeyê Kurd nebin, wê hêzeke faşîst a super derkeve holê."
Ocalan hema hema di hemû hevdîtinan de li ser mijara Rojava û Sûriyeyê nirxandinên bi vî rengî kir. Û li gorî notên di vî warî de hatine girtin, di hevdîtinên Îmraliyê de cihê qurifî, mijara Rojava ye. Hikûmeta AKP'ê di mijara Rojava de, bi gotina gotina 'polîtîkaya antî-Kurd' neguhert. Tevgera Kurd jî, mijara Rojava ti carî nekir mijara bazar li ser bê kirin. Û bi qasî ji notan tê fêmkirin, Rojava ji bo her du aliyan weke 'xeta sor' dimîne.
Ocalan siyaseta antî-Kurd a li Sûriye-Rojava û Iraqê weke şerekî kor dinirxîne û weke yekane rêya xilasiya ji vê rewşê, bi taybetî muzakereyê destnîşan dike. Ji bo vê jî gelek caran bang li aliyê dewletê kir.
Ocalan ji rêveberiya Rojava re jî hin mesaj şand û pêşniyar li wan kir ku hemû beşên civakî, etnîkî û olî tevlî rêveberiya xweser bike. Mijareke din a ku Ocalan bi taybetî û bi israr li ser sekinî jî, hêzên parastina Rojava ye. Ocalan ji rêveberiya Rojava re radigihîne ku divê li her derê li çeteyên Nûsra û DAIŞ'ê bê xistin û di vî warî de ti carî paşve gavê neavêjin.
Heyeta HDP'ê jî di hevdîtinên li Enqere û Îmraliyê de mijara Rojava timî xist Rojavê pêşketinên di vî warî de ji Ocalan re ragihand. Di 12'ê Kanûna 2013'an de Heyeta HDP'ê bi Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re li Enqereyê hevdîtinek pêk anî. Mijareke din a di vê hevdîtinê de hat nirxandin, dîsa Sûriye-Rojava bû. Heyeta di 11'ê Çileya 2014'an de çû Îmraliyê, naveroka hevdîtinê ji Ocalan re ragihand...
Îdrîs Balûken: Di mijara Rojava de ya ku divê were kirin me nîqaş kir. Me jê re ragihand ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriye û Rojava têk çûye. Me gotin, ku divê desteka ji bo çeteyan bê bidawîkirin, deriyên sînor werin vekirin, dîwar û mayînên li ser sînor werin rakirin û nêzîkatiya dijminatiya li PYD'ê jî were terikandin.
Ocalan: Belê, ev mijar girîng in. Di vê mijarê de çi got? bi çi rengî nêzî polîtîkayên karên derve bû?
Îdrîs Balûken: Li gorî çavdêriyên me yên ji hevdîtinê, ew jî têkçûna polîtîkaya derve qebûl dikin. Got ku di mijara Rojava de ew ji karên derve cudatir difikire. Diyar kir ku nêzîkatiya PYD'ê şaş e.
Di beşên din ên heman hevdîtinê de, serketinên hêzên parastinê yên Rojava yên li dijî êrîşên çeteyan, ji Ocalan re hatin ragihandin. Ocalan got, "Ez wan pîroz dikim. Silavên min ji wan re bişînin. Ez dixwazim şerê li pêşberî Kaniya Xezalan (Dema Girê Spî ket destê DAIŞ'ê) dixwazim fêm bikim. Çima li wê derê li derveyî YPG'ê diqewime? Gelo nayên dîtin, nînin? dixwazim fêm bikim." Dixwaze di hevdîtina pêş de li ser vê mijarê agahî jê re were dayîn.
Piştî vê hevdîtinê di 8'ê Sibata 2014'an de, heyeta HDP'ê rexne û fikarên Qendîlê yên li ser polîtîkaya AKP'ê ya Rojava, ji Ocalan re radigihîne.
Li ser navê Heyeta HDP'ê Balûken mafê axaftinê werdigire:
Îdrîs Balûken: Di hevdîtina me ya bi Hakan Fîdan re, di mijara Rojava de bi taybetî xwest ku KCK stratejiya xwe ya li ser Rojava ji nû ve binirxîne.
Ocalan: (Bi hêrs bû), çawa yanî? çi dibêje?
Îdrîs Balûken: Difikire ku PYD bi Esad re tevdigere, di nava mûxalefetê de cih nagire.
Ocalan: (Bi hêrs bû) Derewan dikin. Eger dixwazin li Rojava encamekê bi dest bixin, wê bi min re hevdîtinê bikin. Min bîst salên xwe da wê derê. Ti kes bi qasî min bi wê derê nizane. Esad jî bi malbatî min nas dike. Yê ku bi Esad re hevkariyê dike, ew bi xwe bûn. Bila min nedin axaftin! Di destpêkê de digotin 'Esad biryaê super e'. Hev maçî dikirin, hev hembêz dikirin, di asta hevjînan de diçûn serdana hev. Piştre Esad bû dijmin. Ev yek kustexî ye. Nikarin biryarê werbigirin. Min berî çar salan pêşniyarên xwe pêşkêşî Emre Taner kir. Min pêşniyarên herî maqûl pêşniyar kir. Biryarên gelekî şaş ên mezin dan. Bila bi hurmetî tevbigerin û biryarê bidin. Bila hewl nedin bixapînin.
Piştî vê hevdîtinê Heyeta HDP'ê bi Ahmet Davûtoglû re hevdîtinek kir û jê re ragihand ku di mijara Sûriye û Rojava de divê bi Ocalan re hevdîtinekê bikin. Ev agahî di 9'ê Adara 2014'an de ji Ocalan re hat ragihandin. Ocalan da xuyakirin ku ev mijar ne karê Davûtoglû ye, haya wî ji vê rewşê heye û mijar girt.
Di hevdîtinên li Îmraliyê de diyalogên bi vî rengî dewam kirin. Di vê demê de hatina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bo Tirkiyeyê, êrîşa li hemberî Kobanê, hevdîtinên li Cenevreyê, polîtîkaya Barzanî ya li ser Rojava gelek caran bû mijara nirxandinan.
Di pêvajoya Îmraliyê de hevdîtina herî girîng di 27'ê Sibata 2015'an de pêk hat. Ji xwe di vê hevdîtinê de Mutabaqata Dolmabahçeyê ya piştî rojekê hat aşkerekirin, hat amadekirin.
Di hevdîtinê de Heyeta HDP'ê hevdîtinên bi hikûmetê û Erdogan re referans nîşan da û ji Ocalan re ragihand ku "Tayyîp Beg di helwesta xwe ya 'Rojava xeta min a sor e' de ti guhertin nekiriye.
Li ser vê yekê Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Mûhammed Dervîşoglû ket navberê û ev daxuyanî da:
Dervîşoglû: Bi Salih Muslim re hevdîtin hat kirin. Hin xalên girîng ên dixwestin hebûn. Hat xwestin, ku em tevkariyê li vekirina korîdorek di navbera Cizîr û Efrînê de bikin û alîkariya lojîstîk bişînin. Ya herî girîng jî navenda têkiliyê yanî nûnertî. Li ser mijarên korîdora navbera Kobanê û Cizîrê, vekirina deriyê Şenyûrt-Dirbêsiyê, hêsankirina karên rêxistinên civakî yên sivîl, şandina sed jeneratoran û pêwîstiyên berfiren ên şert û mercan biguherînin, hat axaftin.
Li ser vê yekê Ocalan bi ken bersiv da û got, "Hûn dixwazin, der barê Sûriyeyê de bi bitûniya bûyerê binêrin. Ji ber ku ev mijar hat vekirin, em vê biqedînin û derbasî rojevên xwe yên din ên girîn bibin."
Di vê pêvajoya ku Mutabaqata Dolmabahçeyê hat nirxandin de (Sibata 2015), ji bo veguhastina cihê Tirba Suleyman Şah bi Ocalan re hevdîtin hat kirin. Ocalan mesaj ji PYD'ê re şand û xwest di vî warî de bibin alîkar. Sirri Sureyya Onder, li ser navê 'Heyeta Îmraliyê' di mijara veguhastina tirbê de hevdîtin di navbera aliyan de kir. Heyetek li ser navê dewleta Tirk çû Kobanê û bi YPG'ê re plana operasyonê çêkir. Û tirbe hat veguhastin. Ocalan di mesaja xwe ya Newroza 2015'an de ev operasyon weke 'ruhê Aşme' pênase kir. Ocalan, hewldanên çareseriya demokratîk û tifaqa li Sûriyeyê ya ji destpêka hevdîtinan ve meşand, bi vê gotinê pênase kir.
Lê belê piştî çend rojan Davûtoglû û Erdogan, tevkariya PDY'ê ya ji bo rakirina tirbê, înkar kirin.
Erdogan, PYD a ku pê re hevdîtin dikir weke 'terorîst' îlan kir û bi vî rengî tespîta ku Heyeta HDP'ê ji Ocalan re ragihand, piştrast kir. Hikûmeta Tirkiyeyê der barê naveroka hevdîtinên li ser mijara Rojava bi Salih Muslim û Ocalan re kir de, ti gav neavêt.
Ev siyaseta Enqereyê heta roja îro, di mijara rizgarkirina Cerablûsê û hewldanên ji bo astengkirina tevlîbûna aliyê Rojava li civîna Cenevre-3 dewam dike. Û bê guman ji bo bandora vê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bitepisîne, hînê li gelek deveran şer dimeşîne.