Li 5 bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, li Wan, Mûş, Şirnex, Meletî û Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin û gelek kes hatin binçavkirin.
Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, li Wan, Mûş, Şirnex, Meletî û Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin û gelek kes hatin binçavkirin.
Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, li Wan, Mûş, Şirnex, Meletî û Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin û gelek kes hatin binçavkirin.
MÛŞ
Li gundê Sosnut ê Mûşê danê sibehê leşker bi wesayîtên zirxî bi ser malan de girtin û zarokê bi navê E.Y. (17) û zarokek navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Her 2 zarok birin Miduriyeta Emniyetê ya Bajêr. Der barê sedema binçavkirinê de tu agahî nehat bidestxistin. Zarokê ku navê wî nehat zanîn piştî karên li emniyetê serbest hate berdan. Hate zanîn E.Y. jî piştî karên li emniyetê dê sewqî dozgeriyê were kirin.
WAN
Li navçeya Wan Îpekyolû, tîmên taybet ên Tirk ku duh êvarê li taxa Halîl Aga kesekî li ser banê xaniyê xwe qetil kirin, wezîfedarê avahiyê û ji heman malbatê 4 kes kirin binçavan. Hat ragihandin ku navê kesên hatine binçavkirin, Nîhat Îçen, Canan Gungor, Salîh Gungor, Sînan Gungor û Guven Gungor in. Polîsên Tirk welatiyên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Cenazeyê ciwanê ku hînê nasnameya wî nehatiye zelalkirin jî rakirin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.
ŞIRNEX
Li navçeya Şirnex Hezexê, jendermeyan danê sibehê avêtin ser mala Hevşaredarê Deşta Darê Nûrî Akman û Akman binçav kirin. Sedema binçavkirina Akman nehat hînbûn. Hat ragihandin ku Akman birine Midûriyeta Emniyetê ya Hezexê.
Her wiha Nûnerê TUHAD-FED ê Şirnexê Abdulazîz Bîlgî, piştî hevdîtina bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê, li ber deriyê girtîgehê hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.
MELETÎ
Polîsan danê sibehê avêtin ser malên xwendekarên li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê dixwînin. Hat ragihandin ku di van operasyonan de herî kêm 40 xwendekar hatine binçavkirin. Sedema binçavkirina xwendekaran nehat hînbûn. Xwendekar birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
EDENE
Li navçeya Edene Sariçamê, polîsan danê sibehê avêtin ser mala Nûnerê TUHAD-FED ê Edeneyê Mehmet Akar û kurê wû Mûrat Akar ê li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê dixwîne binçav kirin. Akar li Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tê ragirtin. Tê gotin ku wê Akar jî bişînin Meletiyê.