PE, wê ji 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî re malovaniyê bike

Konferans wê bi serenavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd- Krîzên berê, çareseriyên nû" di 26-27'ê Çileyê de li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê were lidarxistin.

Konferans wê bi serenavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd- Krîzên berê, çareseriyên nû" di 26-27'ê Çileyê de li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê were lidarxistin.

Konferans ji aliyê Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Sermîtranê ji Afrîka Başûr Demond Tûtû, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ya ji Îranê, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Îngilîz û Qasida Niyeta Baş a Konseya Ewropayê Bîanca Jagger, nivîskarê DYA'yî Noam Chomsky, nivîskarê Tirkiyeyî Vedat Turkalî, Xwediya Xelata Azadiyê ya Sakharov siyasetmedara Kurd Leyla Zana ve tê organîzekirin. Konferans wê sibeha 26'ê Çileyê bi axaftina vekirinê ya Seroka Komîteya Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê Profesora Zanîngeha Bergen a Norwêcê Karîane Westrheîm û Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê (PE) Gabî Zîmmer, destpê bike.

Piştî vekirinê wê xalên taybet ji aliyê Dr. Şîrîn Ebadî, Leyla Zana û siyasetmedarê ji Rojhilatê Tîmorê Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Jose Ramos Horta ve bê kirin.

Rûniştina "Ji model ber bi problemê ve" bi moderatoriya parlamentera PE Marîe Chrîstîne Vergîat pêk were. Di rûniştina bi moderatoriya Şefê berê yê SEAE yê Rojhilata Navîn û Sefîrê Bilind ê Heyeta Iraqê yê Konseya Ewropayê Îlkka Ûûsîtallo de wê pêşkêşiyek bi mijara "Di avakirinê de tevkariya çêker a rojava" bike. Sefîrê Bilind ê berê yê DYA li Xirvatîstanê Peter Galbraîth pêşkêşiya "Encamên hilbijartinên Tirkiyeyê li herêmê û Yekîtiya Ewropayê", rojnamevan Cengîz Çandar pêşkeşiya "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hevrikiya stratejîk", "ji KONDA Tarhan Erdem pêşkêşiya "Zextên li ser azadiya ramanê", Prof. Davîd Romano pêşkêşiya "Di pirsgirêka Kur de çareseriya mayînde û encamên mayînde", "Prof. Sûsan Breaû pêşkêşiya "Rewşeke nû ya polîtîk" û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî wê pêşkêşiyekê bike.

Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a konferansê de wê serenavê "Ji bo çareseriya herêmî, rêbazên nû yên polîtîk" were nîqaşkirin. Moderatoriya vê jî wê ji aliyê rojnamevan Amberîn Zaman û parlamentera Awûstûryayê Bêrîvan Aslan ve bê kirin.

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî wê pêşkêşiya "Ji bo aştî û aramiya li herêmê rola Yekîtiya Ewropayê", Prof. Joost Jongerden pêşkêşiya "Ji berxwedanê wêdetir avakirina siberojê", "Hevserokê PYD'ê Salih Muslim pêşkêşiya "Berî û piştî Kobanê aramî", Parêzerê malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez Antoîne Comte pêşkêşiya "Mafên mirovan, dewleta hiqûqê û polîtîka real a li herêmê", Mîchael Werz pêşkêşiya "Di aştî û aramiya li herêmê de rola DYA", Hevseroka KCD'ê Selma Irmak pêşkêşiya "Xwerêveberî û dabeşkirina hêza navendî" û parlamenterê PE Josef Wîedenholzer jî pêşkêşiya "Di pêvajoya aştiyê de ji holê rakirina astengiyan" wê bike.

Rûniştineke dina  konferansê jî wê bi serenavê "Ji bo guhertinê ajanda: Bendewarî û çareserî" bê lidarxistin. Ev rûniştin jî wê bi moderatoriya nivîskar Nûrcan Baysal û Dr. Thomas Schmîdînger ve pêk were.

Di rûniştinê de Endamê PE Bodîl Valero pêşkêşiya bi navê "Pêvajoya endametiya YE: çareseriyê: Gelo ji bo çareseriya polîtîk dikare bibe hêza barhilgir?", Lord Hylton pêşkêşiya "Stratejî û taktîkên nû", Yuksel Genç pêşkêşiya "Rola jinan di nava civaka sivîl û polîtîkayê de", rojnamevan Ragip Dûran pêşkêşiya "Medya Tirk û pirsgirêka Kurd", Raîner Hermann pêşkêşiya ib navê "Di krîza Kurd a dawî ya li Tirkiyeyê de rewşên nû" û endamê KNK'ê Rebwar Reşîd pêşkêşiya bi navê "Ji bo guherînê ajansa, çareserî û guherîn" wê bike.

Konferans wê bi aşkerekirina danezana encamê re bi dawî bibe.