2. Kongreya Asayî ya HDP'ê li Enqereyê pêk tê

2. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali, li Enqereyê pêk tê. Bi hezaran kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin, ji bo tevlî kongreyê bibin cihê xwe li salonê girtin.

2. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali, li Enqereyê pêk tê. Bi hezaran kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin, ji bo tevlî kongreyê bibin cihê xwe li salonê girtin.

2. Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşdariya hezar 49 delegeyan û bi hezaran endamên partiyê li Enqereyê tê lidarxistin. Bi hezaran kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin, li salona kongreyê bi pankarta bi nivîsa "Hûn bi xêr hatine lihevkombûna gelan" hatin pêşwazîkirin.

Tevî pankartên bi nivîsa li ser berxwedana xweseriya demokratîk û wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Sûr, Cizîr, Nisêbînê", berxwedana xwerêveberiyan ên li Sûr, Cizîr, Silopiya û bajarên din ên Kurdistanê hat silavkirin.

Di kongreyê de wê di organên partiyê de guhertinên girîng werin kirin. Ji bo hevserokatiyê jî wê hevserokên heyî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wezîfeya xwe bidomînin.

JI HUNDIR Û DERVEYÎ WELAT GELEK MÊVAN BEŞDAR BÛN

Ji hundir û devreyî welat gelek mêvan di 2. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê de amade ne. Malbat û xizmên cangoriyên di şoreşa Rojava de, di komkujiyên li Pirsûs, Enqere û Amedê de jiyana xwe ji dest dan beşdarî kongreyê bûn. Serokê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ya Gel Erkan Baş, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan, SeroKê Giştî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê Sînan Çîftyurek, Seroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoy, Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, nûnerên partiyên siyasî yên EMEP, ESP, Partiya Pêşeroja Çep û Kesk, SYKP, rêxistinên sivîl Mazlûm-Der, ÎHD, MEYA-DER, YAKAY-DER, TUHAD-FED, gelek rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, hunermed û akademîsyenên ji ber danezana aştiyê ketine ber lêpirsînê, di nava mêvanan de hene.

NÛNERÊN 40 WELATAN BEŞDAR BÛN

Ji derveyî welat jî nûnerên Partiya Çep a Elman, Partiya Sosyalîst a Brezîlya, Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, Syrîza, partiya Sosyalîst a Fransayê ya Serokkomarê Fransayê Fraçoîs Hollande, ji Qibrisê AKEL, nûnerên 19 saziyên ji gelemperiya cîhanê beşdarî kongreyê bûn. Dîplomatên payebilind ên Sefaretxaneyên Bilind ên 40 welatan beşdarî kongreyê bûn. Ji Başûrê Kurdistanê nûnerên PDK, YNK, Tevgera Goran, SeroKê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Yûsûf Mûhammed û gelek kes beşdar bûn. Axaftina mêvanan bi sîstema sîmultane bi zimanên Tirkî, Kurdî û Îngilîzî tê tercûmekirin.

HEYETA ROJAVA HAT ASTENGKIRIN

Heyetek ji Rojavayê Kurdistanê, ku dixwest beşdarî kongreyê bibe, ji ber astengiya Tirkiyeyê hat astengkirin. Ji ber ku deriyên sînor girtî ne, heyeta Rojava ya ku nûnerên TEV-DEM û PYD'ê jî di nav de hebû, nikarîbû beşdarî kongreyê bibe. Bi tenê Serokê Desteya Karên Hundir Ebdulkerîm Omer weke nûnerê Rojava derfet dît ku beşdarî kongreyê bibe.

Ji bo kongreyê zêdeyî 200 rojnamevan akredîte bûn. Her wiha gelek maşînên weşana zindî li pêşiya salonê cihê xwe girtin û weşana zindî dikin.

Piştî ku komek ji ciwanan bang kir ji bo cangoriyên Cizîr, Sûr û Silopiyayê deqeyek rêz bê girtin, bi hezaran kesên li kongreyê civiyan, deqeyek rêz girtin. Bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û muzîka li platformê hat birîn.

DÎWAN HAT HILBIJARTIN

Piştre dîwan hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya dîwanê akademîsyen Onûr Hamzaoglû yê ji ber îmzeya ji bo danezana aştiyê çend roj berê hat binçavkirin û Leyla Guven hat hilbijartin. Ji bo endamên dîwanê jî Seher Akçinar Bayar, Feleknas Ûca, Alî Kenanoglû, Îrem Guven û Mûsa Alkan hatin hilbijartin.

Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê hevserokê dîwanê Hamzaoglû ve hat kirin. Kongre dewam dike.