Li Arjantînê AKP’ê hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin
Li Arjantînê êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalah hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Di çalakiyê de peyam hat dayîn ku akademîsyenên aştîxwaz ne tenê ne.
ANF
BÛENOS AÎRES
şemî, 23 rêbendanê 2016, 10:42
Li Arjantînê êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalah hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Di çalakiyê de peyam hat dayîn ku akademîsyenên aştîxwaz ne tenê ne.
Li paytext Bûenos Aîres a Arjantînê, êrîşên qirker ên AKP’ê yên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.
Li ser banga Dayikên Qada Gulanê û Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Amerîkaya Latîn duh (23’ê Çileyê) nêzî 250 kes li cadeyên Callao û Corîentes kom bûn, ber bi Qada Obelîsco meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Faşîst Erdogan Tu Terorîst î” hatîn berzkir û belavok hatin belavkirin.
Li Qada Obelîsco nûnerên rêxistin, sazî û partiyan axaftin kirin.
Nûnerê Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Amerîkaya Latîn bal kişand ku gelê berxwedêr bi terora dewletê re rû bi rû ye. Nûner diyar kir ku akademîsyen û rewşenbîrên li Tirkiye ji bo aştî xwestin ji aliyê dewleta Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hedef hatiye nîşandan.
DESTNÎŞANA ‘QIRKIRINÊ’
Axaftvanan şerê topyekun ê dewleta Tirk li hember Rojava û Bakurê Kurdistanê îlan kiriye şermezar kirin . Di axaftinan de wiha hat gotin: “Bûyerên îro li Kurdistanê, divê wek ‘semptoma qirkirinê’ ya beriya Qirkirina Ermeniyan di merheleya amadekarî û plankirina Îttîhat û Terakkiyê bê nirxandin.”
CORTÎNAS: SER BILIND BIN; HÛN NE TENÊ NE!
Ji pêşengên Dayikên Qada Gulanê Nora Cortînas wiha axivî:
“Dewleta TC a beriya 3 salan li Parîsê 3 jinên şoreşger qetil kir, vê mehê jî li Silopiyayê 3 jinên Kurd ên şoreşger qetil kir. Ez bûm xwedî şans ku çend caran ez çûm Kurdistanê û min dayikên Şemî û Aştiyê nas kir. Em wek Dayikên Qada Gulanê em ê her tim li cem gelê Kurd û gelên Tirkiye bin. Her wiha em rewşenbîrên bi hestiyarike mezin daxuyanî dan jî silav dikin. Û ji bo Amerîkaya Latîn piştgiriyê bikin, em çalakiyên piştevaniyê yên bi sedan rewşenbîrî amade dikin. Ser bilind bin, li dijî polîtîkayên lîncê yên TC, di berxwedana bi heybet de hûn ne tenê ne. Em heta dawiyê li cem we ne. Em ji gelê Kurd ê têkoşîna xwerêveberiyê dike û heta dawiyê rêbazên demokratîk bikar tîne silavên xwe yên taybet û hestên xwe yên piştevaniyê pêşkêş dikin.”
LI HEMBER TECRÎDÊ NERAZÎBÛN
Cortînas jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wiha got: “Em rêbaz û zextên faşîst ên li ser Birêz Ocalan ku bi temamî bi polîtîkayên tecrîdê re rû bi rû hatiye hiştin û aktorê herî girîng ê aştiya Rojhilata Navîn e, şermezar dikin.”