Li Îzmîrê gelek endamên û rêveberên SCS’ê bal kişandin ser rewşa koçberan û wiha gotin: “Em bang li welatên bi Ewropa re hevpeymanên li hember rawestandina koçberan îmze kirine dikin ku dest ji hevpeymanên wisa berdin.”
ANF
ÎZMÎR
şemî, 23 rêbendanê 2016, 17:08
Li Îzmîrê gelek endamên û rêveberên SCS’ê bal kişandin ser rewşa koçberan û wiha gotin: “Em bang li welatên bi Ewropa re hevpeymanên li hember rawestandina koçberan îmze kirine dikin ku dest ji hevpeymanên wisa berdin.”
Li Îzmîrê gelek endam û rêveberên Saziyên Civaka Sivîl (SCS) ji bo balê bikişînin li ser rewşa koçberan, xwestin li pêşiya Pastexaneya Sevînç a li pêşiya Pirtûkxaneya nêzî Alsancakê meşekê lidar bixin. Polîsan derdora cihê çalakiyê girtin û asteng kirin. Piştî vê rêveberên SCS’ê li pêşiya Pirtûkxaneyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sînoran vekin ji nîjadperestiyê re na, piştgiriya koçberan bikin” vekirin, bi zimanên cuda dowîzên “Beriya sînoran, destpêkê jiyana mirovan” û “Mafê Îrtica, mafê mirovan e” hilgirtin. Bi dirûşmeyên “Koçber dimirin, dewlet lê temaşe dikin” û “ Bêje Rawest, Raweste Ji Bo Şer Bêje Rawest e” qîr kirin. Di çalakiyê de li ser navê komê Dîlan Taşdemîr daxuyanî xwend.
Di daxuyaniya de ji destpêkê li Yewnenîstan û gelek welatên Ewropa jî di nav de ji ber sedema “Şert û mercên giran ên jiyanê û ji ber têkildarî pêşerojê ti baweriya wan nemaye, mirinê dide ber çavan, wisa bawer dikin ku wê li welatên Ewropa bijîn û bibin xwedî pêşeroj, lewre dikevin ser rêya koçberiyê. Li gorî jimarên fermî yên NY di sala 2015’an de ji 850 hezar kesî zêdetir koçber di rêyên bê ewlekarî re derbasî welatên Ewropa bûne.”
Taşdemîr diyar kir ku bila êdî koçberan weke mêvan nebînin û dest ji vê berdin. Taşdemîr wiha anî ziman: “Li gorî rêgezên navneteweyî bila mafê her koçberekî bê dayîn. Ji bo dawiyê li mirina koçberan a li ser deryayê bê, Yekîtiya Ewropa bila rê bide ku rêyên ewle re derbas bibin û em bang li welatên wek Tirkiye yên bi Ewropa re hevpeymanên li hember rawestandina koçberan îmze kirine dikin ku dest ji hevpeymanên wisa berdin.”