'Çareseriya koçberiyê: zanebûn û xweparastin'
Endama Koordînasyona KJK'ê Dr. Xerzî diyar kir ku penaberî veguheriye pirsgirêk û sûcê tevahiya mirovahiyê. Xerzî li dijî vê pirsgirêkê bal kişand ser girîngiya perwerdekirina gel û xweparastinê.
Endama Koordînasyona KJK'ê Dr. Xerzî diyar kir ku penaberî veguheriye pirsgirêk û sûcê tevahiya mirovahiyê. Xerzî li dijî vê pirsgirêkê bal kişand ser girîngiya perwerdekirina gel û xweparastinê.
Endama Koordînasyona KJK'ê Dr. Xerzî diyar kir ku penaberî veguheriye pirsgirêk û sûcê tevahiya mirovahiyê. Xerzî li dijî vê pirsgirêkê bal kişand ser girîngiya perwerdekirina gel û xweparastinê.
Endama Koma Jinên Kurdistanê (KJK) Dr. Jiyan Xerzî pirsgirêka penaberiyê ji ANF'ê re nirxand.
'WIJDAN, EXLAQ Û HÊVIYA MIROVAHIYÊ PARÇE PARÇE DIKIN'
Xerzî da xuyakirin, ku ji bo fêmkirina krîz, kaos û drama mirovahiyê ya cîhan di nav de ye, pirsgirêka penaberiyê girîng e û destnîşan kir, ku ev pirsgirêk veguheriye pirsgirêk û sûcê tevahiya mirovahiyê.
Xerzî diyar kir ku her roj li deryayê mirovî dixeniqe û got, "Ne tenê li deryayê, li ser sînorên navneteweyî, li têlên rêsayî yên mîna kêrê tûj, mirovahî parçe parçe dibe. Ev bûyerên li derya û têlên rêsayî diqewimin, êşeke bi qasî emrê mirovahiyê kûr û bêdawî ye. Ya ku li nava têlên rêsayî parçe parçe dibe wijdan, exlaq û hêviya mirovahiyê ne. Di ti serdemeke dîrokê de li derya û sînoran di vê astê de hovîtî nehatibû serê mirovahiyê."
'BAZIRGANÊN MIROVAN BI DEWLETAN RE DIXEBITIN'
Xerzî da zanîn ku hemû şebekeyên bazirganên mirovan, bi îstîxbarat, polîs, emniyet û hêzên desthilatdariyê yên welatên lê re hevkariyê dikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hêzên dewletê di nava vî karî de nebin, nepêkane ku bazirganiya mirovan di vê astê de were kirin. Polîtîkayeke ku hêzên serdest ên navneteweyî dimeşîne. Ji gelek aliyan ve berjewendiyên xwe di vê drama mirovahiyê de hene. Şer hilweşîn, êşên giran çavkaniya wan a xwedîkirinê ye."
Xerzî da xuyakirin, ku sedema xwe çi dibe bila bibe, ketina rewşa penaberiyê şêweyê herî nebaş ê mirinê ye û bal kişand ser girîngiya xweparastina ji vê yekê.
Xerzî, striyên gulê mînak nîşan da û got, "Bi teoriya gulê re, divê hebûneya herî pêşketî mirov, jiyana xwe biparêze. Xweparastin pîvana sereke ya jiyan û azadiya mirovan e. Pêwîstî bi hişmendî û rêxistinbûyîneke ji aliyê hilberîn û aboriyê ve têra xwe dike, divê."
'BI KOÇBERIYA LI KURDISTANÊ RE TÊKOŞÎN Û ŞOREŞ HEDEF TÊN GIRTIN'
Xerzî ragihand ku li hemberî gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî li dijî gelê Kurd, polîtîkayeke berfireh a koçberiya ber bi Ewropa û derveyî welat re, piştî berxwedana Rojava zêdetir bûye.
Xerzî da zanîn ku dewleta Tirk bi şer û her şêwe pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Bakurê Kurdistanê re dixwaze gel koçberî metropolan bike û anî ziman ku ev yek polîtîkayeke bi rêk û pêk a dewletê ye. Xerzî got, "Bi valakirina çar hezar gundan û sirgûnkirinê re hat xwestin ku mirov ji têkoşînê werin qutkirin. Bi bêmirov hiştina Kurdistanê re xwestin şoreşê û berxwedanê ji sparteya xwe ya gel bêpar bihêlin."
Endama Koordînasyona KJK'ê Dr. Xerzî da xuyakirin ku heman polîtîka li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî tê teşwîqkirin û got, "Bi destê PDK'ê re hewl tê dayîn gelê me ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê were derxistin. Di vir de armanca bingehîn îzolekirina têkoşîna azadiyê û şoreşê ye. Ji bo vê armancê jî wezîfeyên taybet hatin diyarkirin û tê zanîn ku îstîxbarat jî di nav de hemû hêz hatin seferberkirin. Di dema komkujiya li hemberî gelê me yê li Şengalê de, weke rêya çareseriyê koçberkirina Tirkiye û Ewropayê pêşkêşî gelê me hat kirin. Her çend ev polîtîka bi şerê psîkolojîk ê DAIŞ'ê re hin encam bi dest xist jî, ji bo vegera gelê me li cih û warên xwe, hewldan didomin. Lê belê koçberî ji bo gelê Kurd gihaştiye asteke xetere. Li hemberî vê rewşê divê ji bo vegerê li her qadê xebat bê meşandin. Bi taybetî divê gel were zana û perwerdekirin."