Akademîsyenên Îranî konê li Hannoverê ziyaret kirin

Li bajarê Elmanya Hannoverê, êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, ev sê roj in bi konê agahdarkirinê tê ragihandin. Serdana ji bo kon jî dewam dike.

Li bajarê Elmanya Hannoverê, êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, ev sê roj in bi konê agahdarkirinê tê ragihandin. Serdana ji bo kon jî dewam dike.

Hunermendê Îranî Farîd Yûsûfî yê kon ziyaret kir, nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Divê şert û mercên Ocalan tê de ye, tavilê werin sererastkirin û muzakere pêk were."

'JI BO KURDAN SEDSALA STATU Û AZADIYÊ'

Nivîskar Pewiz Tirwerêz jî got, "Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkrin, ev kaos wê bidome. Kurd li herêmê bûne hevsengiyeke xurt a hêzê." Tirwerêz da xuyakirin, ku ji bo çareseriyê divê der hal Ocalan azad bibe û got, "Sedsala 21'an wê ji bo Kurdan bibe sedsala bidestxistina statu û azadiyê."

...