ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Stockholm, Malmo û Kopenhagê protesto
Li Stockholma Swêd, Malmo û paytexta Danîmarkayê Kopenhagê qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê bi awayeke girseyî hat protestokirin. -
Polîsên Fransayê ev cara duyemîn e êrîşî çalakvanan dike
Çalakvanên ku xwestin qetlîamên dewleta Tirk ên li Cizîrê prostesto bikin rastî êrîşa polîsên Fransayê hatin. -
Li Swîsreyê qetlîamên Cizîrê bi dagirkirina Sefaretxaneyê hat protestokirin
Kurdistaniyên Swîsreyê ji bo Cizîrê li ser piyan e. Kurdistaniyan li Zurîhê Seferatxaneya Tirk dagir kirin û li Bernê jî li peşiya parlamentoyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. -
Li Strasbourgê Kanala France 3 hat dagirkirin
Kurdistaniyan bi armanca protestokirina qetlîamên dewleta Tirk, li bajarê Strasbourg ê Fransayê Kanala France 3 dagir kirin. -
Li Stenbolê polîsan êrîşî protestoyê kirin, gelek kes binçav kirin
Polîsên Tirk li Qada Galatasarayê êrîş birin ser çalakiya protestoyî ya qetlîamên Cizîrê, gelek kes binçav kirin. -
Li Londrayê gel ji bo Cizîrê tevahiya rojê di nava çalakiyan de bû
Bertekên li hember qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê zêde dibin. Çalakiyên protestoyê yên ji duh şev ve yên li payatexta Londrayê bê navber didomin. -
Ewropa ji şevê ve li ser piyan e: Bijî berxwedana Cizîrê
Li hember femana AKP’ê ya ku duh li Cizîrê qetlîam pêk anî her ku diçe hêrs bilind dibe. Kurdên li Ewropa ji saetên şevê ve li kolanan in, AKP protesto kirin û banga hestyariyê kirin. -
Li 6 navenda protestokirina dewleta Tirk
Qetlîama duh dewleta Tirk li Cizîrê pêk anî li gelek navendên Ewropa bi girseyî tê protestokirin. -
HDK: Em bang ketina tevgerê li her kesî dikin!
Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu têkîldarî qetlîama dewletê ya li Cizîrê daxuyanî dan. -
Li Parîsê polîsan êrîşî çalakiya protestoyî kirin
Girseya gel saet di 12:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Parîsê li hev civiya. Çalakgeran di nava tedbîrên tund ên polîsan de ji Fransayê re gotin, "Bi bêdengiya xwe re hûn dibin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê." -
Li Derya Egeyê komkujî: 33 penaberan jiyana xwe ji dest dan/HAT NÛKIRIN
Li Derya Egeyê komkujiyeke din rû da. Ji ber binavbûna keştiya penaber tê de bûn, 22 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Komkujî wê saet di 18:00 de li Galatasarayê bê şermezarkirin
HDP, HDK û KJA, ji bo şermezarkirina komkujiya li hemberî gelê Cizîrê hat kirin, bang li gel kir ku saet di 18:00 de li Galatasarayê li hev bicivin. -
Kurdistanî li pêşiya DMME çalakiyê lidar dixin
Kurdên li Strasboûrgê dijîn dan xuyakirin, ku DMME a li ser komkujiyên li Bakurê Kurdistanê daxwaza wergirtina tedbîrê red kir hevparê komkujiyan e û li ber avahiya DMME dest bi çalakiyê kirin. -
FEDA bang kir: Ji bo destekkirina gelê Kurd em rabin ser piyan
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), li ser komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, daxuyaniyek weşand. -
Ciwanên Kurd û Rûs wehşeta dewleta Tirk protesto kirin
Ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, ciwanên Kurd û Rûs çalakiyeke hevpar lidar xistin. -
Komkujî li Oslo û Hambûrgê hat şermezarkirin
Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li paytexta Norwêc Osloyê û li bajarê Elmanya Hambûrgê hat şermezarkirin. -
Ji Walîtiya Şirnexê daxuyanî
Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ku der barê êrîşa çekdarên dewletê ya li hemberî mala birîndar lê bûn û înfazan de ti agahî neda, got, "10 terorîst hatin bêbandorkirin." -
Komkujiya li Cizîrê li bajarên Frankfûrt û Viyanayê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê û li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komkujiya dewleta AKP'ê li Cizîrê kir, hat şermezarkirin. -
Ala Tirk a li Konsolosxaneyê hat daxistin, ala KCK'ê hat daliqandin
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Kurdistaniyên terora dewletê ya li Cizîrê protesto kirin, li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan. -
Kurdistanî li Hannoverê li ber HBF li hev civiyan
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Hannoverê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, saet di 03:00 de li ber stasyona trenê ya navendî (HBF) a Hannoverê li hev civiyan. -
Li Kolnê çalakî û meş
Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li bajarê Elmanya Kolnê bi xwepêşandaneke girseyî hat protestokirin. -
Li Dusseldorfê girseya gel ber bi qenala WDR TV ve meşiya
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi armanca şermerzarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir girseya gel li stasyona trenê ya navendî li hev civiya û lenet li AKP/Dewleta Tirk anî. -
Ji Hambûrgê ji bo meşên dirêj banga tevlîbûnê
Ji bo meşên dirêj ên NAV-DEM bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê li Elmanyayê bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" lidar dixe, ji Hambûrgê banga tevlîbûnê hat kirin. -
Ewropa rabû serhildanê: Dewleta kujer wê hesab bide
Piştî komkujiya li Cizîrê, Kurdistaniyên li Ewropayê rabûn serhildanê. Li dehan navendan bi hezaran Kurdistanî daketin qadan û gotin, "Dewleta kujer wê hesab bide." -
Komkujiya li Cizîrê li London, Bruksel û Rotterdamê hat şermezarkirin
Çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, wê di nava rojê de bidomin.