ROJANE
Hemû Nûçe
-
Malbatên qurbaniyên komkujiya Enqereyê 'tazmînata terorê' red kirin
Ji parêzerên Komkujiya Enqereyê Karakoç diyar kir, ji ber biryara nepenîtiyê ya hînê dewam dike ew nikarin xwe bigihînin dosyayê û anî ziman, ku malbatên qurbaniyên komkujiya Enqereyê, 'tazmînata terorê' ya Wezareta Karên Hundir red kirine. -
Li Elmanyayê komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir hat şermezarkirin
Çalakiyên protestoyî yên li hemberî dewleta AKP'ê ya li Cizîrê komkujî kir, dewam dikin. Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Saarbrucken û Hagenê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. -
SACP: Divê lîderên Tirkiyeyê ji ber sûcê şer bên darizandin
Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr, der barê komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em şerê dewleta Tirk ê bi çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd dimeşîne şermezar dikin. Em destekê didin gelê Kurd." -
Erbey û Çelîk raya giştî ya Fransayê li ser komkujiyên li Kurdistanê agahdar dikin
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk û Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Mûharrem Erbey, li Fransayê hevdîtinan dikin û li ser terora AKP'ê agahiyan didin. -
Dewleta Tirk li Helsînkî hat protestokirin
Qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi meşekê hat protestokirin. -
Li peşiya televîzyona France 3 ji bo Cizîrê protesto
Kurdistaniyên li Fransayê bi armanca protestokirina qetlîamên li Cizîrê li peşiya televîzyona France 3 a Montpellîerê çalakî li dar xistin. -
Li Awûstralyayê çalakiyên ji bo Cizîrê: Kujer AKP
Li bajarên Sîdney û Meboûrne yên Awûstralyayê, komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, hat şermezarkirin. -
Kurdên li Frankfûrtê jî dest bi meşa dirêj kirin
Meşa dirêj a ji bajarê Frankfûrtê ber bi paytexta eyaleta Hessenê Wîesbaden, destpê kir. -
Kesên li Parîsê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
Li Parîsê kesên di xwepêşandana ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê de hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. -
Meşa dirêj a li Hambûrgê destpê kir
Meşa dirêj a bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" li bajarê Elmanya Hambûrgê jî destpê kir. -
Heyeta Rojava ya li Moskowayê dest bi hevdîtinan kir
Nûnera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed a ji bo vekirina nûnertiya Rojava li Moskowayê ye, bi Seroka Daîreya Rojhilata Navîn a Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Dr. Anna Glazova re hevdîtin kir. -
Li Swîsreyê meşa azadiyê ya du rojan destpê kir
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" dimeşin. -
Komkujiya li Cizîrê, li Montpellîerê hat şermezarkirin
Li bajarê Montpellîerê, komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. -
Meşa dirêj a ciwanan a li Stûttgartê di roja duyemîn de ye
Meşa dirêj a Ciwanên Azad, ku li dijî komploya 15'ê Sibatê û wehşeta AKP'ê li bajarê Elmanya Stûttgartê hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye. -
Meşa dirêj a li Berlînê destpê kir
Meşa dirêj a ji paytexta eyaleta Brandenbûrg Potsdamê heta paytexta Elmanya Berlînê, ku wê du rojan dewam bike, destpê kir. -
Li avahiyên rojname û televîzyonan çalakiyên ji bo Cizîrê
Komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, bi çalakiyan tê şermezarkirin. Li Fransa û Elmanyayê bang li parlament, rayedarên televîzyon û rojnameyan hat kirin, ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin. -
Çaglar: 'Plana Master' ji bilî rijandina xwînê bi kêrî tiştekî nayê
Prof. Dr. Gazî çaglar, 'Plana Master a Nû' ya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû eşkere kir nirxand û got, "Ev plana master, ji bilî mijûlkirin û hîn bêhtir rijandina xwînê, bi kêrî tiştekî din nayê." -
Ala: Eger em pêwîstiyê pê bibînin em ê qeyûm li şaredariyan bi cih bikin
Wezîrê Karên Hundir Ala, der barê bicihkirina qeyûm li şaredariyên DBP'yî de got, "Her tişt dema xwe heye. Em pêwîstiyê pê bibînin, em ê wê bikin." -
AvEG-Kon: Em dakevin kolanan; piştgiriyê bidin gelê Kurd
AvEG-Kon, nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin da û got, "Dem ew dem e em dakevin kolanan, dengê xwe bikin yek û li dijî faşîzmê bi hev re tevbigerin." -
Balûken: Ji bo Cizîrê em li Meclîsê komîsyona lêkolînê ava bikin
Balûken ê HDP'yî, ji bo birîndar û cenazeyên li Cizîrê xwest li Meclîsê komîsyoneke lêkolînê were avakirin. -
'Bi destekkirina xwerêveberiyê re em bersivê bidin komkujiyê'
Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê, li ser komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, daxuyaniyek da. -
Komkujiya li Cizîrê li gelek navendan hat şermezarkirin
Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, di serî de li Ewropayê li her devera Kurd lê dijîn bi çalakiyên girseyî tê protestokirin. -
Li Zurîhê di dagirkirina sefaretxaneyê de 6 kes hatin binçavkirin, çalakî hê didome
Li Zurihê koma ku xwest Sefaretxaneya Tirk dagir bikin rastî êrîşa polîsan hatin, 6 kes hatin binçavkirin. -
Li Yewnenîstanê ji bo Sûr û Cizîrê çalakiya hevpar a hefteyekê
Rêxistinên Yewnanî, ji bo balê bikişînin ser qetlîamên dewleta AKP’ê ya li hember berxwedana xwerêveberiya ji destpêkê Sûr û Cizîrê, li tevahiya welat dîroka 6-13’ê Sibatê weke piştgirîya ji bo Kurdistanê hat îlankirin. -
Hêrsa Kurdên li Ewropa li hember AKP’ê her ku diçe bilind dibe
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, çalakiyên protestokirina qetlîamên li Cizîrê didomînin.