BI DÎMEN

Ciwanên Kurd û Rûs wehşeta dewleta Tirk protesto kirin

Ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, ciwanên Kurd û Rûs çalakiyeke hevpar lidar xistin.

Ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, ciwanên Kurd û Rûs çalakiyeke hevpar lidar xistin.

Li Rûsya Moskowayê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî sivîlên li Bakurê Kurdistanê, ciwanên Kurd û Rûs çalakiyeke hevpar organîze kirin.

Çalakiya bi pankartan li kolana tûrîstîk a Moskowayê li Arbatê pêk hat û Parlamenterê Partiya Dadwer a Rûsyayê Dmîtry Zakharov jî beşdar bû.

Di çalakiyê de pankart û dowîzên li ser komkujiya faşîzma AKP-Erdogan li Kurdistanê dike, hatin hilgirtin.

Her wiha li ser wehşet û pêkanînên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk, belavok hatin belavkirin.