HDK: Em bang ketina tevgerê li her kesî dikin!

Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu têkîldarî qetlîama dewletê ya li Cizîrê daxuyanî dan.

 

 

8 Şubat 2016 Pazartesi 12:47

ANKARA - ANF

HDK’ê têkîldarî qetlîama li Cizîrê daxuyanî da, wiha bang kir: “Tişta li Cizîrê pêk hatiye kêliyeke pêvajoya qirkirinê ya bi hêdî û li demê hatiye belavkirin e.” HDK’ê diyar kir ku pêwîst e meclîs demildest kom bibe, banga ‘bikevin tevgerê’ lig elan kir.

Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu têkîldarî qetlîama dewletê ya li Cizîrê daxuyanî dan.

Hevberdevkên HDK’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Wek li Sûr û Silopiyayê di hedefa operasyonên li Cizîrê jî gelê Kurd bi xwe heye. Tîmên taybet ên Qesrê ku bi her cure ‘mevzûatê’ re benê xwe qut kirine, di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ gelê Kurd bi awayekî kolektîf ceza dike. Yên li ber xwe didin ji bo ji yên li pişt mane bibin îbret bêyî ti qanûn, sînor, pîvan, zagonên şer û bi binpêkirina tevahî qanûn û rêgezan ve didin ber guleyan. Li ber çavên cîhanê li hember gelê me tehcîr, tenkîl û qirkirin tê bikaranîn. Ya vê sibehê li Cizîrê çêbû, kêliyeke pêvajoya vê qirkirina bi hêdî û li demê belavkirin e.”

Ji bo dawîanîna ‘plana têkbirinê’ ya ti meşrûtiyeta xwe tineye em bang li gelên xwe dikin ku dengên xwe bilind bikin, ji bo demildest qirkirina dewletê ya li hember welatiyan bê bidawîkirin em bang li her kesên ku xwedî wijdan û hêviya jiyanek civakî pê re heye dikin ku bikevin nav liv û tevgerê.

 ‘MECLÎS KOM BIBE, HEYET BÊN AVAKIRIN’

Di daxuyaniyê de ji bo berpirsiyariya AKP’ê ya di qetlîaman de derxe holê hat xwestin ku demildest meclîs kom bibe, wiha dewam kir: “Rastî ji TBMM tên veşartin. Tevahî agahiyên ku di çarçoveya fermiyetê tên dayîn ne derew bin jî hatine berevajîkirin, kêm in, yek alî ne. Divê TBMM heyeteke lêpirsînê ya rêya daraza berpirsên qetlîamkeran vedike ava bike û bişîne bajarên di bin dorpêçê de.”

‘JI BO PIŞTEVANIYÊ DIVÊ BIKEVIN NAV TEVGERÊ’

Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin:

“Ji bo piştgiriya bi gelê Kurd ê bi qirkirinê re hatiye hiştin divê gelên me, hêzên demokrasî û aştiyê bikevin nav liv û tevgerê, li her cihên dijîn û dixebitin pêwîst e bi lêpirsîna qetlîaman ve ji bo sûcdar derkevin holê û cezayên heq dikin bigirin daxwaza xwe bilind bikin.

Kongreya Demokratîk a Gelan wê li her derê ku jiyan û berxwedan hebe bi tevahî hêzên demokrasî, aştî û azadiyê re be.”