BI DÎMEN

Ewropa ji şevê ve li ser piyan e: Bijî berxwedana Cizîrê

Li hember femana AKP’ê ya ku duh li Cizîrê qetlîam pêk anî her ku diçe hêrs bilind dibe. Kurdên li Ewropa ji saetên şevê ve li kolanan in, AKP protesto kirin û banga hestyariyê kirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN – ANF

Li hember femana AKP’ê ya ku duh li Cizîrê qetlîam pêk anî her ku diçe hêrs bilind dibe. Kurdên li Ewropa ji saetên şevê ve li kolanan in, AKP protesto kirin û banga hestyariyê kirin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyê hatin silavkirin, peyama “Heta li Kurdistanê dawî li êrîşan neyên wê çalakiyên me berdewam bikin” hat dayîn.

DUSSELDORF

Li bajarê Dussseldorf ê Elmanya, li ser banga TJK-E û NAV-DEM’ê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û qetlîamên AKP’ê yên li Cizîrê protesto kirin. Kurdên ku ji duh şev ve li kolanan, bendên polîsan şikandin û ber bi avahiya televziyona WDR’ya ku li navenda bajar ve meşek lidar xistin.

Girseyê îro saet 12:00’an li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a li Dusseldorf mîtîngek li dar xist. Di çalakiyê ku DIDÎF û MLKP’ê jî beşdar bû de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Ji bo meşa îro ya li pêşiya avahiya HBF’ê ya Dusseldorf saet 17:00’an de pêk were banga beşdariyê hat kirin.

FREIFÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê protestoyên derbarê qetlîamên li Cizîrê de didomin.

Kurdistaniyên ji saetên şevê ve li pêşiya avahiya Şaredariya Freîbûrg kom bûne, li vir kirin sibeh. Di saetên sibehê de girse li pêşiya Tiyatroya bajarê Freîbûrg kom bûn, ji bo balê bikişînin ser qetlîaman pankart vekirin û dirûşm qîr kirin. Piştre girse ber bi gara trenê ya Freîbûrg ve ket meşê, demek kurt gara trenê dagir kirin.

Piştî çalakiya dagirkirinê girse li Qada Alte Synagoge ya Freîbûrg kom bû, çalakiya Kurdistaniyan hê jî berdewam dike.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanya di saetên şevê de Kurdistanî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn, sibehê li pêşiya Parlementoya Hambûrgê qetlîama Cizîrê protestokirin. Piştre komak ciwan çûn qenalê TV SAT 1 û avahiyên 1 a Hambûrgê yên li Hallerstrasseyê, daxwaza ku wehşiyeta li Kurdistanê tê jiyîn bidin nişandan kirin. Ciwanên ku bi rêveberên tv hevdîtin kirin, dosya pêşkêş kirin û têkildarî qetlîamên li Cizşîrê agahî parvekirin. Piştî daxwaza ciwanan hatin pejirandin, ciwan beşdarî mîtînga ku saet 12:00’an li pêşiya avahiya Sefaretxaneya TC bûn. Di axaftinên sazî û partiyên beşdar bûn de diyar kirin ku Serokê Elmanya Algela Merkel îro li Enqereyê bi Erdogan û Dawûtoglûre dicive, ev carek din dide diyarkirin ku hevkarê sucê rejîma AKP’ê ya faşîst in. Piştî mîtinga nêzî saetek di nava ewlekariyek mezin a polîsan de berdewam kir, girseyê dest bi meşê kir. Meşa ku ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, bi banga beşdarbûna meşa sihehê ya dirêj a li semta Neûwîedenhalê li Jûngfernstîeg bi dawî bû.

Li aliyê din Koma Parlementoya Partiya Çep daxuyaniyek nivîskî da û qetlîama Cizîrê şermezar kir. Partiya Çep a Hambûrg xwest ku Parlementoya Hambûrgê bi fermî Sefaretxaneya TC’yê protesto bike. Diyar kir ku divê demildest hikûmeta Elmanya alîkariya xwe ya ji bo Tirkiyeyê qut bike.

BONN

 Qetlîamên dewleta Tirk ya li Cizîrê li bajarê Bonn ê Elmanya jî hat protestokirin.

Meşa ku ji pêşiya avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Bonn destpê kir, ber bi navenda bajar ve didome. Bi sedan Kurdistaniyên li ser banga Meclîsa Jinan a Sara û Navenda Civaka Demokratîk kom bûn, qetlîamên AKP’ê ya li Cizîrê protesto kirin. Her kêliya derbas bû jimara çalakvanan zêde dibû, bi qîrkirina dirûşmeyan re bertekên xwe yên li hember qetlîaman didan diyarkirin.

MANNHEIN

Kurdên li bajarê Mannheîm ê Elmanya dijîn, li hember qetlîamên li Cizîrê daketin kolanan. Li bajar qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin û berxwedana xwerêveberiyê jî silav kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan protestokirina qetlîamên li Cizîrê didomînin. Bi dirûşmên ‘Bijî berxwedan Cizîrê’ ber bi Nunertiya Fransa ya Başûrê Komîsyona Ewropayê ve ketin rê û li vir çalakiya runiştinê li dar xistin.

Li aliyê din, dosya pêşkêşî Walîtiya Marsîlyayê û Nûnertiya Marsîlya ya Komîsyona Ewropyê hatin kirin.

BRUKSEL

Li paytext Bruksel a Belçîkayê ji bo Cizîrê ji nîvê şevê gel daket kolanan.

Nêzî 500 Kurdistanî, li pêşiya PE’yê kon danîn û qetlîam protesto kirin. Li vir endamê KCD’ê Naîm Acar daxuyaniyek da û wiha got: “ Roj roja serhildan û tolhildanê ye.” Girseyê bi dirûşma ‘Qatil Erdogan’ qîr kirin û li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê meşek li dar xistin. Li vir ji aliyê Endama TJK-E Emel Golû û Mûstefa Kûmral ve daxuyaniyek da banga başdariyê li meşa sibehê li Leûvenê bê lidarxistin kir. Di çalakiyê de peyamên heta serkeftinê wê çalakiyê me bidomin hatin dayîn.

OSLO

Li paytext Osloyê ya Norveçê Kurdistanî ji saet 02.00’ê şevê ve di çalakiyê de ne. girseya ku li pêşiya avahiya Parlamentoyê ya Norveçê kom bû, bi dirûşmê “ Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” berz kirin û qetlîamên li Cizîrê protesto kirin. Çalakvanan, dawaza ku hikûmeta Norveçê dengê xwe bilind bike kirin.

 

Piştî çend saetên ku çalakî berdewam kir û şûn de Serokwekîlê Meclîsa Norveçê û Parlamenterê Partiya Karkeran Martîn Nybakk xwest bi çalakvanan û ragihandina Kurd re baxive. Ji bo vê jî sê çalakvan û nûnerê STERK TV ê Norveçê Baran Adiyaman jî di nav de hevdîtin pek hat.

Piştî ku çalakvanan daxwazê xwe ragihandin Serokwekîlê Meclîsa Norveçê û Parlamenterê Partiya Karkeran Martîn Nybakk, gotin ku ew ê çalakiyê xwe heta ku li Kurdistanê êrîş berdewam bikin wê bidomînin.

KIBRIS

Li başarê Lîmasol ê Kibrisê li hember qetlîamên AKP’ê yên li Cizîrê, du saziyên televîzyonê hatin dagirkirin. Girseyê destpêkê Kanala Capîtal Tv dagir kir û li ser qetlîamên li Kurdistanê hevpeyvîn hat kirin.

Di hevpeyvînê de Endamên Meclîsa Gel a Kibrisê wiha got: “Armanca me ne şer derxistine, an jî ziyan dayîne. Em dixwazin bi çalakiyên xwe balê bikişînin ser qetlîamên Kurdistanê û bêdengiya welatên Ewropayê ya li hember qetilkirina 60 Kurdên sivîl ê li Cizîrê.” Çalakvanan piştre dosya ku li ser qetlîama amade kiribûn radestî rayedarê kanalê kirin.

Kurdistanî piştre çûn Extra Tv’yê, lê rastî astengiya ewlekariyê hatin.

Piştî ku alozî derket Midûrê televziyonê rê da ku çalakvan daxwazên xwe bînin ziman.

...