Komkujî wê saet di 18:00 de li Galatasarayê bê şermezarkirin
HDP, HDK û KJA, ji bo şermezarkirina komkujiya li hemberî gelê Cizîrê hat kirin, bang li gel kir ku saet di 18:00 de li Galatasarayê li hev bicivin.
HDP, HDK û KJA, ji bo şermezarkirina komkujiya li hemberî gelê Cizîrê hat kirin, bang li gel kir ku saet di 18:00 de li Galatasarayê li hev bicivin.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê û Kongreya Jinên Azad (KJA), ji bo şermezarkirina komkujiya li hemberî gelê Cizîrê hat kirin, bang li gel kir ku saet di 18:00 de li Galatasarayê li hev bicivin.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Ya ku hikûmeta AKP'ê li ser gelê Kurd ferz dike, wehşetek e. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku nebin temaşevanê vê wehşetê û heta rakirina dorpêçiya li ser Cizîrê çalakiyên xwe yên demokratîk xurttir bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe dikin ku 8'ê Sibata 2016'an saet di 18:00 de li Meydana Galatasarayê li hev bicive."