Ji Walîtiya Şirnexê daxuyanî
Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ku der barê êrîşa çekdarên dewletê ya li hemberî mala birîndar lê bûn û înfazan de ti agahî neda, got, "10 terorîst hatin bêbandorkirin."
Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ku der barê êrîşa çekdarên dewletê ya li hemberî mala birîndar lê bûn û înfazan de ti agahî neda, got, "10 terorîst hatin bêbandorkirin."
Li ser operasyonên hêzên dewleta Tirk ên birîndarên li jêrzemînên taxa Cûdî asê man înfaz kirin, agahiyên zelal hînê nehatine bidestxistin.
Walîtiya Tirk a li Şirnexê danê vê sibehê daxuyaniyeke kurt weşand, li ser êrîşa li hemberî mala birîndar lê bûn ti agahî neda û got, "Li navçeya Cizîrê ya bajarê me, di operasyona li hemberî endamên Rêxistina Terorê ya Cihêkar de, 10 terorîst bêbandor hatine hiştin."
Di vê navberê de nûçeya ku duh TRT Haber weke, 'Di êrîşa hêzên ewlekariyê ya li hemberî jêrzemînê de 60 terorîst hatine bêbandorkirin', îro ji aliyê medya dûvikê AKP'ê ve weke '30 terorîst hatin bêbandorkirin' hat weşandin. Walîtiya Tirk a li Şirnexê, di daxuyaniya xwe de qala nûçeyên di medya dûvik de hatine weşandin, nekir.