Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Hannoverê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, saet di 03:00 de li ber stasyona trenê ya navendî (HBF) a Hannoverê li hev civiyan.
Tevî hewldana polîsan a ji bo qedandina çalakiyê, Kurdistaniyan bi biryardarî çalakiya xwe dewam kirin. Çalakgeran ji rayedarên Elmanyayê xwestin, ku li şûna hêz û cesaretê bidin AKP'ê, nerazîbûnê nîşanî komkujiyan bidin.
Îro saet di 12:00 de wê li ber Konsolosxaneya Tirk mîtîngek bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.