Komkujî li Oslo û Hambûrgê hat şermezarkirin

Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li paytexta Norwêc Osloyê û li bajarê Elmanya Hambûrgê hat şermezarkirin.

Li ber parlamenta Hambûrgê, çalakiya ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê heta danê sibehê dewam kir.

Kurdistaniyan diyar kirin, ku ew ê îro saet di 12:00 de li ber Serkonsolosxaneya Tirk çalakiya xwe bidomînin û banga tevlîbûnê li hemû hêzên demokrasiyê kirin.

LI OSLOYÊ ÇALAKIYA KURDISTANIYAN

Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê danê sibehê saet di 07:30 de çalakiyek lidar xistin. Girseya gel dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" qîriyan û anî ziman ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

LI BERLÎNÊ WÊ SIBE MEŞA DIRÊJ WERE LIDARXISTIN

Li aliyê din, li paytexta Elmanya Berlînê wê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek bê lidarxistin. Meş wê ji aliyê 40 kesan ve li Potsdam Haûptbahnhofê saet di 09:00 de destpê bike û 2 rojan bidome. Di 10'ê Sibatê de meşvan wê dosyayekê pêşkêşî Parlamenta Elman bikin û dawî li çalakiya xwe bînin.

...