BI DÎMEN

Li Stockholm, Malmo û Kopenhagê protesto

Li Stockholma Swêd, Malmo û paytexta Danîmarkayê Kopenhagê qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê bi awayeke girseyî hat protestokirin.

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li hember gelê Kurd û qetilkirina birîndarên di bodrûma malek a Cizîrê li Sefaretxaneya Tirk a Stockholm û li pêşiya avahiya Parlamentoya Swêdê bi çalakiyan hatin protestokirin. Komek Kurdistanî jî li ser pira Oresund a Swêdê bi Danîmarkayê ve girê dide, bi armanca protestokirina qetlîamên li Cizîrê çalakî li dar xistin. Li paytexta Kopenhag a Danîmarkayê jî li pêşiya avahiya parlamentoyê çalakî li dar xistin.

STOCKHOLM

Li paytexta Stockholm a Swêdê nêzî 200 Kurdistaniyên li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk saet 13:00’an kom bûn, qetlîamên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê protesto kirin û dirûşmên xwerêveberiyê silav dikin qîr kirin.

Kurdistaniyan pankartên “Em hemû PKK’yî ne” û “Dawî li dagirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bînin” vekirin, alên PKK, KCK, PYD, YPG, PJAK û KJAR û wêneyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk li hember Bakurê Kurdistanê qetlîaman dide meşandin û AKP û Erdogan wê hesabên qetlîaman bidin.

Girseyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Cizîrê”, “Wê hesab bidin Cizîrê”, “Destê xwe yê bi xwîn ji Kurdistanê bikşîne”, “Seyên Erdogan bexwedana me nikarin bişkînin”, “Dewleta qatil wê hesab bide” û “Ji bo Ocalan azadî, ji bo Kurdistanê aştî” qîr kirin. Hinek ji çalakvanan bi hêk û keviran êrîşî Sefaretxaneya Tirk kirin, li ser vê di navbera polîs û çalakvanan de demeke kurt alozî derket.

Çalakvanan piştre bi pankarta “Em hemû PKK’yî ne” ber bi navenda bajar ve ketin meşê. Polîsan xwestin rê bigirin û meşê asteng bikin. Dîsa di navbera polîs û çalakvanan de alozî derket. Polîsan îdîa kirin ku 3 ciwanên kevir avêtine sefaretxaneyê xwestin bên radestkrin û piştre dest bi meşa xwe bikin.

Li ser vê Kurdistaniyan ev yek nepejirand û diyar kirin ku hemû çalakvanan bi kevir û hêkan êrîşî sefaretxaneyê kiriye. Li ser vê polîs paş de vekişiyan û çalakvanan meşa xwe berdewam kirin.

Polîs, ji bo çalakvan neyên pêşiya avahiya parlementoyê li çar aliyên avahiyê bendên hesin danîn û helîkopterek ya polîsan jî ji hewa ve çalakî şopand.

LI SER PIRA DI NAVBERA SWÊD Û DANÎMARKAYÊ JÎ AKP HAT PROTESTOKIRIN

Komek Kurdistanî ji bo protestokirina qetlîama li Cizîrê li ser Pira Ornsûnd ya Swêd û Danîmarkayê bi hev ve dide girêdan çalakiyek lidarxistin. Çalakvanan qetlîamên AKP’ê yên li hember Bakurê Kurdistanê protesto kirin û alên PKK û KCK’ê jî rakirin, bi dirûşmên berxwedana xwerêveberiyê silav dikin qîr kirin. Çalakiya ku nîv saetê berdewam kir, piştî diyaloga di navbera polîs û çalakvanan de bi dawî bû.

LI MALMOYÊ LI AVAHIYA TV4 ÇALAKÎ

Kurdistaniyên li bajarê Malmoyê dijîn, ji bo protestokirina qetlîamên Cizîrê û bêdengbûna çapemeniya Swêdê şermezar bikin li pêşiya avahiya televziyona TV4 ya li bajarê Malmoyê çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de heyetek ji Kurdistaniyan bi rêveberên televizyonê re civîyan, têkildarî qetlîamên li Kurdistanê dosyayek pêşkêş kirin û daxwaza hat kirin ku ji bo raya giştî ya Swêdê qetlîamên li Kurdistanê bikin rojev.

Komek Kurdistaniyên li bajarê Karlstad kom bûn, qetlîamên li Cizîrê protesto kirin. Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Karlstad pankarta “Qetlîamên dewleta Tirk (Erdogan) ên li hember sivîlan şermezar dikin” vekirin û AKP protesto kirin. Dirûşmên berxwedana xwerêvberiyê silav dikin berz kirin.

LI DANÎMARKAYÊ NAVNÎŞANA ÇALAKIYAN PÊŞIYA AVAHIYA PARLEMENTOYÊ YE

Kurdistaniyên ku duh şev agahiya qetlîama li Cizîrê bihîstin ji saetên zû yê danê sibehê ve li pêşiya avahiya Navenda Çanda Kurd a Danîmarka kom bûn. Piştre girse derbasî pêşiya avahiya Parlementoya Danîmarkayê bû, ji bo protestokirina qetlîaman, bêdengbûna hikûmeta Danîmarka, pêkanînên dij mirovahiyê û şerê qirêj ê hikumeta AKP’ê ya li ser Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin.

Girseyê bi dirûşmên “Bêdengbûna Ewropa dibe sedema mirina Kurdan” û “Dostê we Erdogan sivîlan qetil dike” qîr kirin, li vir daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Piştî daxuyaniya çapemeniyê têkildarî qatlîaman dosyayek pêşkêşî Parlamentoyê hat kirin.

Li aliyê din Parlamenterên Partiya Sor-Kesk a Danîmarkayê Søren Søndergård ve Nikolaj Villumsen têkildarî qetlîamên li Cizîrê wê sibehê pêşnûmepirsekê bide Parlementoya Danîmarkayê.

...