Komkujiya li Cizîrê li London, Bruksel û Rotterdamê hat şermezarkirin
Çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, wê di nava rojê de bidomin.
Çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, wê di nava rojê de bidomin.
Li dijî wehşeta dewleta Tirk li Cizîrê kir, Kurdistaniyên li Ewropayê daketin qadan. Bi şev li ber parlamenta Îngilîstanê, li balafirgeha Brukselê û li ber konsolosxaneya Tirk a li Rotterdamê çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, wê di nava rojê de bidomin.
Kurdistaniyên li paytexta Belçîka Brukselê dijîn, piştî ku bihîstin dewleta Tirk li Cizîrê komkujî kiriye, saet di 03:00 de li ber balafirgeha Brukselê çalakiya protestoyî pêk anîn. Bi sedan kesên beşdarî çalakiyê bûn, komkujî şermezar kirin.
Bi heman armancê li bajarê Hollanda Rotterdamê jî çalakî hebû. Kurdên li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan, bi hêrseke mezin lenet li terora dewleta Tirk anîn.
Kurdistaniyên li ber Parlamenta Îngilîstanê jî hatin cem hev, heta danê sibehê çalakî lidar xistin. Kurd wê îro jî saet di 12:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk li hev bicivin.