Li Londrayê gel ji bo Cizîrê tevahiya rojê di nava çalakiyan de bû
Bertekên li hember qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê zêde dibin. Çalakiyên protestoyê yên ji duh şev ve yên li payatexta Londrayê bê navber didomin.
Bertekên li hember qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê zêde dibin. Çalakiyên protestoyê yên ji duh şev ve yên li payatexta Londrayê bê navber didomin.
Meşa ku li herêma Edmontonê ji saetên şevê ve destpê kir, bi sedan kes beşdar bûn. Piştî meşê nêzî saet 02:00’an li pêşiya avahiya Parlementoya li navenda Londonê çalakiyek hat lidarxistin. Vê sibehê jî girse li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Londonê ya Tirkiyeyê kom bûn, hikumeta AKP’ê protesto kirin.
JI EDMONTOYÊ BI SEDAN KES MEŞIYAN
Bi sedan kesên di saetên şevê de li Angela Corner a herêma Edmontoyê kom bûn. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Meşa di pêşengtiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Brîtanyayê ve hat lidarxistin, gelek sazî û rêxistin jî bi alên xwe û pankartan beşdar bûn. Girseyê pankarta mezin ‘Qatil Erdogan’ vekir û di tevahiya meşê de dirûşmên “Qatil dewleta Tirk”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê Derkeve” û “Li Kurdistanê Dawî Li Qetlîaman Bînin” qîr kirin.
Girseya qelebalix a ku heta stasyona trenê ya Seven Sîsters ê Angla Corner ê Edmonton meşiyan piştre daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêkê li Sûr û Cizîrê li gelek bajarên Kurdistanê terorê dimeşîne û bi sedan sivîl bi awayek wehşî qetil kirin. Di çalakiyê ku di bin ewlekariyek zêde pêk hat de yek xeta rê li çûyîn û hatinê hat girtin.
Li cihê ku meş bi dawî bû mitîngek kurt hat lidarxistin. Di mîtingê de nûnerên saziyên hevgirtî axivîn.
LI PÊŞIYA AVAHIYA SEFARETXANEYA TIRKIYEYÊ, LI HEMBER DEWLETA TIRK HÊRSEK MEZIN
Piştî çalakiyên heta saetên sibehê berdewam kir û şûn de îro saetên rojê gelê ku li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Londra ya Tirkiyeyê kom bûn, li hember hikûmeta AKP’ê hêrsek mezin dan nişandan. Di çalakiyê de hinek saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî jî amade bûn, hikûmeta AKP’ê bi zimanek tund hat şermezarkirin. Tim dirûşmên “Dewleta Qatil Wê Hesab Bide” qîr kirin.
Rexmê baranê jî girse li pêşiya avahiyê du saetan çalakî li dar xist, piştre dest bi meşê kirin. Girseyê randibadiya li pêşiya stasyona Corner a Parka Hyde rê li trafîkê girtin û banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.