BI DÎMEN

Li 6 navenda protestokirina dewleta Tirk

Qetlîama duh dewleta Tirk li Cizîrê pêk anî li gelek navendên Ewropa bi girseyî tê protestokirin.

Qetlîama duh dewleta Tirk li Cizîrê pêk anî li gelek navendên Ewropa bi girseyî tê protestokirin.

Kurdistaniyên ku bi girtina agahiyê dest bi çalakiyan kirin, li cihê ku sefaretxaneyên Tirk hene li ber sefaretxaneyan, li bajarên din jî bi meş û mîtîngan qetlîamê protesto dikin.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê Kurdistaniyan li pêşiya Sefaretxaneya Tirk qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê protesto kirin.

Bi sedan Kurdistaniyî li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Essenê çalakî li dar xist. Girseyê tevî barana zêde jî bi dirûşmeyan li pêşiya Essen HBF daxuyanî da û çalakî bi dawî kir.

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, girseya li pêşiya Sefaretxaneya Tirk kom bû, qetlîama Cizîrê protesto kirin. Di çalakiya ku DIDF û rêxistinên Elewî jî piştgirî danê de dirûşmeyên, “Qatil Erdogan” “Bihar tê gerîla lê didê”, “Qatil dewlet wê hesab bide”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Cizîr Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin berzkirin. Li ser navê Komîteya Amedekar daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de ji bo mîtînga sibehê saet 11.00’an li pêşiya Desteya Wezaretên Bavyera banga tevlîbûnê hat kirin, bi banga, “Bêdengî mirinê tîne, bêdeng nebin, nebin hevparê mirinan, her der berxwedan, her der serhildan, divê tevlîbûna çalakiyan çêbibe” ve qetlîama Cizîrê hat lanetkirin.

KASSEL

Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê dijîn jî qetlîama Cizîrê ya bi destê AKP’ê pêk hat protesto kirin. Girseya saet 07.30’an li Navenda Çanda Kurd a Kassel kom bû bi meşê çû şaredariyê. Kurdistaniyên ketina şaredariyê dagir kirin, dirûşmeyên, “Qatil Erdogan”, “Elmanya çekan dide, AKP qetil dike” berz kirin.

Heyetek ji 4 kesan daxwaza bi partiyên di meclîsa şaredariya Kasselê de hevdîtinê bikin kir, saet 10.00’an komîsyonek ji 90/die Gruneden Arne Trager, ji SPD’ê Erich Schafer û ji CDU Dominick Kalb bi heyetê re civiyan, qetlîamên dewleta Tirk hat ragihandin.

KOLN

Danê sibehê Kurdistanî û dostên wan herikîn Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê ya li Mulheîm Kolnê, pêşketin li vir şopandin, komekê jî dowîz û pankartên meşê amade kirin. Di meşa ku nêzî saet 12.00’an despêkir de wêneyên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, pankarta, “Faşîzma AKP’ê rawestînin” hat vekirin. Bi sedan kes bi dirûşmeyên “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Artêşa Tirk Ji Kurdistanê Biceheme”, “Elmanya Fînanse Dike, Erdogan bombe dike” ve heta Qada Wîener Platz meşiyan. Mîtîng ji bo yên li Cizîrê hatine qetilkirin bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin, di axaftinan de bal hat kişandin ku li Kurdistanê wehşet bi dawî nebûye.  Banga berxwedanê û daketina kolanan li gel hat kirin.

Her wiha ji bo protestokirina êrîşên nijadperestî û cezayên kêfî yên li hember Amedsporê, di pêşengiya Kurdspor wê roja Pênşemê (11.02.2016) saet 16.00’an li pêşiya Roncallî Platz (Dom Museum) meşekê li dar bixe. Rêveberiya Kurdsporê banga tevlîbûnê li tevahî werzîşvanan kir.

STUTTGART

Li bajarê Stutgar ê Elmanya jî li pêşiya Sefîrxaneya Tirk mîtîng hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî çalakiya ku bi banga NAV-DEM Û Yekîtiya Hêzên Demokratîk bû. Parêzer Axel Oswald û Franz Spîndler jî tevlî mîtîngê bûn. Parêzeran gotin ji bo protestokirina qetlîama li ser gelê Kurd hatine, wiha axivîn: “Niha xizmekî muwekîlê me û kesên Elman jî bi birîndarî di jêrzemînên Cizîrê de ne. Me serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Wezareta Karên Derve ya Elmanya da. Lê, heta niha bi ti awayî me bersivek erênî negirt. Em ê li hember van qetlîaman bê deng nemînin. Em ê li vir serlêdanên hiqûqî û xebatên xwe bidomînin.”

Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “PKK Gel E Gel Li Vir E”, “Her Der Cizîr Her Der Berxwedan”, “Dewleta Qatil Wê Hesap Bide” hatin berzkirin. Di çalakiyê de danezanên NAV-DEM Û Civaka Azad hatin xwendin.

Girseya piştî mîtîngê belav bû ji  bo çalakiya got ber bi Schlossplatz meşiya.

VORALBERG

Kurdistaniyên li bajarê Voralberg ê Awûstûryayê jî bi armanca protestokirina qetlîama Cizîrê ya dewleta Tirk pêk anî, Meclîsa Eyaleta Voralberg dagir kirin. Di domahiya çalakiya saetekê, dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Qatil Erdogan” hatin berzkirin.

...