Girseya gel saet di 12:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Parîsê li hev civiya. Çalakgeran di nava tedbîrên tund ên polîsan de ji Fransayê re gotin, "Bi bêdengiya xwe re hûn dibin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê."
ANF
PARÎS
duşem, 8 reşemiyê 2016, 13:19
Li paytexta Fransa Parîsê, li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê Kurdistanî û şoreşgerên Tirkiyeyî li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Parîsê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de dowîzên li ser komkujiya AKP'ê li Cizîrê kiriye hat hilgirtin û dirûşmên "Kujer Tirkiye, hevkar Ewropa" hatin qîrîn.
Girseya gel saet di 12:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Parîsê li hev civiya. Çalakgeran di nava tedbîrên tund ên polîsan de ji Fransayê re gotin, "Bi bêdengiya xwe re hûn dibin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê."
Polîsên Fransayê êrîşî çalakiyê kirin û li gelek çalakgeran dan.