Li Swîsreyê qetlîamên Cizîrê bi dagirkirina Sefaretxaneyê hat protestokirin
Kurdistaniyên Swîsreyê ji bo Cizîrê li ser piyan e. Kurdistaniyan li Zurîhê Seferatxaneya Tirk dagir kirin û li Bernê jî li peşiya parlamentoyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
ANF
BERN
duşem, 8 reşemiyê 2016, 19:13
Kurdistaniyên Swîsreyê ji bo Cizîrê li ser piyan e. Kurdistaniyan li Zurîhê Seferatxaneya Tirk dagir kirin û li Bernê jî li peşiya parlamentoyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Li Ewropayê li hember qetlîama li Cizîrê a bi fermana AKP û Erdogan pêk hat bertekên gêl her diçin zêde dibin. Kurdistaniyan dema ku agahiya qetlîamên li Cizîrê girtin dest bi rêzeçalakiyan kirin û îro jî li Zurîh û Bernê jî çalakî berdewam kirin.
BERN
Bi sedan Kurdistanî li pêşiya stasyona navenda Bernê hatin gel hev û ber bi Parlamentoya Federal a Swîsreyê meşiyan. Di çalakiya ku komên alternatîf jî piştgirî danê de li hember Erdogan û AKP’ê hêrsek mezin hat diyarkirin. Di dewama çalakiyê de dirûşma “ Dewleta Qatîl wê hesap bide” hatin berzkirin.
Girseya dowîz û pankart hilgirt heta peşiya Parlamentoya Federal a Swîsreyê meşiya. Girse piştî meşê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Di axaftinên çalakiyê de bal kişandin ser qetlîamên li Cizîrê û banga zêdekirina çalakiyan li hemû Kurdistaniyên Ewropa hat kirin.
ZURÎH
Kurdistaniyên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo balkişandina ser qetlîamên li Cizîrê, Sefaretxaneya Tirk a li Zurîhê dagir kirin.
Girse tevî ewlekariya zêde jî dîwarê Sefaretxaneyê derbas kir û ala KCK bi avahiya Seferatxaneyê ve kirin. Li gor agahiyan di navbera hêzên ewlekariyê û girseyê de nîqaş berdewam in. Polîsan girse dorpeç kirinê û dixwazin bin çav bikin.